Asayîşa Silêmaniyê ragihand ku terorîstekî ku dixwest xwe biteqîne û ser bi rêkxistina Îslamî ya Tundrew ve bû li Sûriyê li balafirxaneya Silêmaniyê hate girtin.
Li gora ragihandina asayîşa Silêmaniyê kesekî ku bi eslê xwe Kurd bû (s.h.f.) hate girtin, ew endamê grûpeke selefî ya tundrew bû li Sûriyê.
Ew li balafirxaneya Silêmaniyê, di geşteke balafiran ya di navbera Istanbol û Silêmaniyê de hate girtin.