Serrûpel Nûçe Asayîşa PYD çalakvanekî Kurd li Kobanî girt

Asayîşa PYD çalakvanekî Kurd li Kobanî girt

Belav bike
Nasan, li ser ew rexneyên ku li ser Facebookê kiribûn hate girtin.

Dema ku ew ji bo biçe Tirkiyê, çûbû cem asayêşa PYD ji bo ku belgeya derbasbûnê bistîne, asayîşê ew girtibû.

Piştî ku ew hate girtin, hêzên asayîşê avêtine ser mala wî û hemû tiştên wî yên taybetî weke computer, nivîs, pirtûk û tiştên din girtin.

Serdar Nasan endamê Hevrêza Elend bû û xortekî gelekî çalak bû.

AVESTA KURD 

Bi tometa rexenekirina Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, çalakvanê Kurd Serdar Neisan ji aliyê asayişa PYDê li bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê hat girtin.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ragihand ku Serdar Neisan di encama nakokiyeke li ser Facebookê bi hevalekî PYDê re hatiye girtin.

Serdar Neisan ji bo bidestxistina belgeyeke erêkirinê ji bo derketina ji herêma Kobanî û çûna bo Tirkiyê serdana navenda asayişa PYDê kiribû, lê ew ji wir venegeriya û hat girtin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, piştî girtinê, hêzên asayişa PYDê avêtin ser mala Serdar û dest danîn ser kompyûterê wî yê taybet.    

Serdar Neisan endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Elpartî – Baskê Ebdilhekîm Beşar) ye û endamê Hevrêza Elend Kobanî û yek ji çalakvanên ku di xwepêşandanên şoreşa Sûriyê de beşdar dibû.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/301120131#sthash.BCGKz1cM.dpuf