Heta ku Bexda destûrê nede, balafir nikarin ji û ji bo herêma Kurdistanê bifirin.
Li ser vê yekê wezareta derve ya Tirkiyê daxuyaniyek derxist û tê de got ku ew girêbestên bi herêma Kurdistanê re hatine îmzekirin destûrî ne û li gora destûra Îraqê ne, wan tiştekî li derveyî destûrê nekirine.
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku proses hîn bi dawî nehatiye.
Wezareta derve ya Tirkiyê her wiha got, ew bi niyeteke baş hêvî dikin ku hemû pirsgirêk di nava yekîtiya xaka Îraqê werin çareserkirin.
AVESTA KURD