Serrûpel Nûçe Di goreke hezar salî de îskeletên 80 zarokan derket

Di goreke hezar salî de îskeletên 80 zarokan derket

Belav bike

Li başûrê paytexta Peruyê, li Lîmayê, li goristana Pachacamac, di goreke nêzika hezar salî de kişfeke sosret derkete holê.
Arkeologên ku li ser gorê lêkolîn dikirin, rasta 80 îskeletê zarokan hatin. Pirraniyên zarokan hîn nû hatibûne dinyayê. Îskeletên zarokan wek daîrekê li dora gorê hatine bicihkirin û serîyê hemû zarokan bi berveyî gorê bûye.
Dîsa di gorê de qasî 70 îskelet jî ê mezinên sal cuda hatine dîtin.
Arkeolıg Peter Eeckhout, li ser mijarê du îhtimala radixîne ber çavan. Îhtimala herî mezin, zarok ji bo yezdanekî hatine
qûrbankirin. Îhtimala din jî ew e ku zarok, di bin mercên normal de mirine û ew zarokana binaxa wê gorê kirine.  Eeckhout tîne ziman ku, di nav zarokan de yekî ji serê xwe de derbe xwariye û ji ber vê sedemê miriye.
Tê îfade kirin, herêma ku gor lêye, li Amerîkaya Başûr, berî heyama Îspanya, navendeke jiyanê a dînî, polîtîk û aboriyê bûye.