Serrûpel Nûçe Kurdên sûrî: yan faşîzm yan birakujî

Kurdên sûrî: yan faşîzm yan birakujî

Belav bike

 Kurdan jî mîna hemwelatiyên din xwe avêtin kolanan û ciwanan xwe bi rêxistin kirin û bi dehan tensîqiye (hevrêzî, komeleyên birêvebirina şoreşê) hatin avakirin. Partiyên kurdî li Sûriyê wek her carê ne amade bûn, ew partiyên klasîk ku tenê li ser nakokiyên navxweyî avabûne nikarîbûn bibin hemahengê şoreşê.

Fersendeke dîrokî ji kurdan re lihevhat ku bibin alîkarê ruxandina vê rejîma ku bi dehê salane ew ji her mafî bêpar hiştibûn, ji xwe piştî lihevkirinên siyasî yên mezin di navbera Turkiye û Sûriyeyê de (bi saya polîtikaya tirkî ya derve  “sıfır sorun “) zexta herî mezin li kurdan hate kirin, bi sedan kurdên alîgirê PKK avêtin zindanan û bi dehan jî kadroyên wê radestî hikûmeta Turkiyê bûn.

Hêza kurdan di şoreşê de gelekî xurt bû, cara yekem bû ku êdî armancên kurd û ereban û milletên sûrî yên din bûne yek: ruxandiyna rejîmê. Ev yek jî xeta sor bû li ba rejîma Baas a ku li ser nakokiyên di nava gelên sûrî de ava bûye. Dr. Azad Elî ji min re got ku dema ew ҫû serdana Beşar Esed, Beşarî jê pirsî bû: daxwazên we ҫi ne? Dr. Azad gotibûyê: berî her tiştî xwînrêjî rawest e. Beşar lê vegerandibû: ev ne karê te ye, ka hûn kurd daxwazên we ҫi ne?

Rejîmê dît ku statuyeke nû li herêma kurdan ava dibe, rengekî nûjen ji xebatê heye, ciwanên ku ne girêdayî partiyan in dadikevin kolanan û armancên nû, ku bingeha wan hemwelatîbûna Sûriyê ye hatine meydanê, li ҫareyekê fikirî. Defterên kevn vekirin û nas kir ku ew nikare pêla şoreşê bi tena serê xwe li herêma kurdan rawestîne.

PYD darê rejîmê yê stûr:

PYD ya ku di 2003an de avabûbû û piştî lihevkirinên dîrokî di navbera Sûriyê û Turkiyê de heta radeyeke mezin lawaz û bêtesîr bûbû, hate bîra rejîmê. Kes ê nikaribe pêlê rawestîne, ku ne apocî bin, bi sloganên xwe yên navdar, bi bazara xwîna xelkê û firotina hêviyan ku ev bûye 40 sal karê apociyan e û ji herêmekê berê xwe didin yeka din û vî male xwe li bazarên netewî radixînin. Di destpêkê de dihatin xwepêşandanên ciwanan xera dikirin, digotin ҫima hûn rojên înan derdikevin, ҫima hûn ala şoreşê (ala serxwebûna sûrî) radikin? Eynî mîna bandên faşîstan xebitîn, piraniya endamên wan grûban jî kesên herî bêsewiye, kesên bêperwerde û bêsewad bûn ku dikarin bi hêsanî bikevin bin tesîra sloganan û bibin mekîneyên idelojîk. Bi mehan vê rewşê dirêj kir, hêdî hêdî ev diyarde mezin dibû, ez bi xwe yek ji wan ҫavdêran bûm, ku me giregirên partiyan haydar dikirin û digot ku evê dawiyê li tevgera şoreşger a kolanê bînin lê mixabin ne partiyên me guh li haydarkirinan bûn û ne jî ciwanên hevrêziyan  bi tecrube bûn, apocî jî  ji xwe êdî ketibûn bin kontrola istixbarata Sûriyê. Bi vî awayî roj bi roj hêza wan ҫêbû û êdî destên xwe yên giran danîne ser herêmê. Wan tirs bikaranî, revandina ҫalakvanan, zindankirina wan, işkencekirina wan û heta kuştina wan jî. Hîҫ li herêma kurdî, Baasiyekî kevn, ajanekî dewleta sûrî, yan jî efser û polîsek nehate girtin û ne jî bi qasî serê deziyê tehde lê bû. Li Kobaniyê, li Efrînê, li Serê Kaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik û hemî şar û bajarokan  PYD “ku êdî bûbû hêzeke rejîmê” dest danî ser her tiştî. Ji xwe wek tê zanîn, ji roja komkujiya Amûdê de ku di encama wê de şeş kurd, du nav wan de sê ciwanên di bin bîst salan de hatin kuştin, êdî herêma kurdî bêdeng bû û nema yek xwepêşan têde li dijî rejîmê lidarket. Ҫalakvan ji tirsa girtin û teslîmkirina wan a destê dewletê reviyan derveyî sînoran, hin jî hatin girtin û revandin û kuştin, êdî tevgera li dijî rejîma Sûriyê bi yekcarî li herêmê sar bû û li şûna wê şerê qirêj ê islamîstan û PYD li dar ket ku mixabin bi sedan ciwanên kurd têde bûne qurbanên mana rejîma Esed, ew şerê wek ku vê dawiyê diyar bû, mebetst jê tirsandin kurdan û dehfandina wan a ber bi himêza rejîmê ve bû.

Tirsa Birakujiyê:

Hikûmeta herêma Kurdistaanê ji demeke zû de  xwest rewşê aram bike. Hikûmeta herêmê mixabin hêza leşkerî ya PYD girte ber ҫavan (ku ew hêza dewletê ye) bêtir ji siyaseta wê, anku ew hêz wek rastiyê qebûl kir û peymana Hewlêrê imzekirin. Desteya Bilind avabû û hinekî hêviyên kurdan geş bûn ku êdî lihevkirineke stratejîk û dîrokî lidarketiye, lê mixabin dîsa xuyabû ku PYD (ji ber girêdana wê ya xurt bi dewletê re) dixwaze Desteya Bilind bike alavek ji bo berjenwediyên muşterek ên xwe û dewleta sûrî. Nerazîbûna xelkê zêde bû, zordariya PYD jî zêde bû, di bin siya Desteya Bilind de ҫi kuştin hebû hate kirin, ҫi karekî gemarî heba  dikete stûyê Desteya Bilind, û kurdên Sûriyê li ber du rêyan sekinîn: yan birakujî yan jî faşîzm.  Metirsiya birakujiyê zêde bû, bi taybetî jî piştî ku PYD eşkere bû hêzeke faşîsta biҫûk ku girêdayî faşîzmên mezin e li Şamê. Artêşa Azad  a Sûrî (ku ew jî êdî bi hezaran tilîyên tirkan û ereban û ingilîz û firensî û emerîkanan ew dilivandin û nema cihê lêwelebûnê bû) jî xwest ciwanên kurd bi ҫek bike û wan tev li “şoreşê” bike, hin yekîne jî ava bûn. Lê xwedê kir ku ev proje berfereh nebû û zêde ҫek neketin destê wan ciwanan, her weha xwedê kir ku “pêşmergeyên Rojava” ên ku li herêma Kurdistanê perwerde bûn nehatin û derbasî  herêma Kurdistana Sûrî nebûn, yan na ne dûr bû ku şerekî birakujiyê li dar biketa û bi hezaran kurd bihatana kuştin û her kesî (AAS, rejîma Beşar, Trikiyê) dê ji xwe re rihet temaşe bikira. Kurdan bi iradeya xwe yan ne bi iradeya xwe birakujî red kirin û serê xwe ji faşîzmê re tewandin.  Erê, bi dîtina min jî eger em wan bidin ber hev emê binêrin ku ziyana birakujiyê zêdetir e, faşîzma PYD rewşeke awarte ye û demî ye, ew girêdayî rejîma Sûriyê ye, û hîҫ pêşeroja wê li herêma me nîne.