Serrûpel Nûçe Û li dawiyê ANF qebûl kir ku Qamişlo ne azad e

Û li dawiyê ANF qebûl kir ku Qamişlo ne azad e

Belav bike

ANF di nûçeyeke xwe de wiha dinivisîne:

Di teqîna ku li taxa El-Tey ya bajarê Qamişlo îro saet di 11.40’î de li dijî navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê pêk hat de 7 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha  hate zanîn rewşa hin bîrandaran dijwar e.

Çavkaniyên bijîşkî diyar kirin ku 7 kes di teqandina maşina bombebarkirî de ku li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê de jiyana xwe ji dest dane, 22 kes jî birîndar bûne. Her wiha diyar kirin ku birînên hinan ji wan giran in û diyar nekirin ku ew kesên hatine kuştin sivîl in an jî ji navendê bi xwe ne.

Çavkaniyan anîn ziman ku 6 kuştî û 18 birîndar ku 3 ji wan birînên wan giran in, li nexweşxaneya El-Wetenî ne. Her wiha kuştiyek û 4 birîndaran jî li nexweşxaneya El-Selam in.

Kesekî maşinek bombebarkirî diajot û ka li ser barkiribû, îro saet di 11.40’î de li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê xwe ku bi ‘navenda rûgirtiyan’ tê nas kirin, teqand. Di encamê navend hate rûxandin û gelek ziyanên madî gihîşte xaniyên welatiyên taxê. Piştî ku teqîn pêk hat hêzên rêjîmê hemû rêyên devera teqînê girtin.

Navenda Cêş El-Şeebî girêdayî rêjîma Baasê ye, kesên li vir dixebitin jî, piştgiriya rêjîma Baasê bi pereyan dikin.