Sibê(10.06.2012) vê fînala balkêş gelo di nûçeyên tirkan de çawa derbas bibe? Ji ber ku gava VIVA Kurdistan 2012 ku ev nav navek bi fermî ye(Kurdistan 5th Viva World Cup), destpê dikir, mixabin qenal û rojnameyên tirkan di derbarê vê organîzasyonê de hema hîç agahî û nûçe nedan. Lêbelê tenê “sîyasî statüsü bellî olmayan ülkelerin dünya kupası VIVA ya Kuzey Kıbrıs Türk Cumhuriyeti de katılacak” ango Qibrîsa Tirk tevlî pêşbaziya kûpaya nîv dewletan VIVA bike. Digel vê yekê navê kûpaya fermî jî hîç nehat gotin. Dibêjin; “söz konusu bu turnuva Irak’ın Erbil şehrinde oynanacak.” Ango ev pêşbazî di hewlêrê de bê destpê kirin.
Birastî rastî hîç ew qas nehatî bû veşartin û şerîn kirin! Gelo heta kengî wekî çivîka heştirme serê xwe nokî xwelîyê bikin?
Gelo îcar çi bikin. Di fînalê de Kurdistan û Qibrîsa Tirk tên hember hev. Niha tîma “Hilbijardeya Kurdistan” re gelo tîma çi bibêjin? Gelek mereq dikim.
Birastî ji encama maçê zêdetir nûçeyên medyayên tirkan mereq dikim.
Çapemeniyên tirkan: “Tîma heremî yê bakûrê îraqê û komara bakûrê qibrîsa tirk fînal lîst.”
Metîn Kewê DILXÊRÎ