Serrûpel Nûçe “Ragihandina Rêbereiya Demîkî nêzîk e“

“Ragihandina Rêbereiya Demîkî nêzîk e“

Belav bike


Aldar Xelîl behsa amadekariyên ji bo civînê kir û wiha got: “Berê pirsgirêkek hebû, ew ji di navbera Rojava û Herêma Kurdistanê de bû. Dengvedana wê pirsgirêkê bi derbasnekirina birêz Salih Mûslim re deng veda. Lê di bingehê xwe de hin pirsgirêk hebûn, demekê dihatin guftûgokirin û ji bo werin derbas kirin. Di encama vê de jî têkiliyên hebûn, rawestiyan. Şerekî ragihandinê dihat kirin. Heta gihişt astekê û berî niha daxuyaniyên bi navê serokê Herêma Kurdistanê û hin rayedarên herêma Kurdistanê, dilê gelê me yê Rojava şikênandin. Bi xwe re êşek da çêkirin û bi taybetî jî yên derbarê şoreşa Rojava û rastiya wê de, me wekî gelê Rojava ji bo xwe pir giran dît. Çawa şoreşek tê kirin, bi sedan şehîd û birîndar, ked û berxwedanek tê kirin, bi rengekî fermî hat înkarkirin û em jî pê êşiyan. Ji bo vê hinek dilsarbûnek çêbibû.”

Li ser bangan hevdîtin kir

Endamê DBK’ê Aldar Xelîl di berdewama daxuyaniyên xwe de bal kişand ser hevdîtinên navbera KCK û PDK’ê de û wiha got: “Di demên dawiyê de hevdîtinên di navbera rayedarên KCK’ê û serokê Herêma Kurdistanê de çêbûn. Di wan hevdîtinan de wek lihevhatinek li ser mijara ku pêwîste herdu hêzên Kurdistanî bibin alîkarî û ji bo li rojavayê Kurdistanê lihevhatin û tifaqiyek çêbibe, ji bo şopandin û berdewamkirina şoreşê çêbibe. Ew lihevhatina ku guftûgo li ser hatibûn kirin, girêdayî mijarên beşdarbûna Cenevre-2, çalakkirina Desteya Bilind a Kurd (DBK) û meseleya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a ku me îlankirî bû.”
Xelîl bilêv kir ku wan li ser banga KCK û PDK’ê dest bi hevdîtinan kirine û wiha pêdeçû: “Dema bangewazî ji herdu aliyan (KCK û PDK) hatin, me pejirand. Lê li ser bingeha ku em li vir despêkê ligel rêveberiya Herêma Kurdistanê re pirsgirêkên hene, derbas bikin. Xala duyemîn jî ligel Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Peymana Hewlêrê zindî bikin. Herwiha ji bo beşdarbûna Cenevre-2, em yek deng û yek helwestê bibin xwedî biryarekê. Xala din jî şerê li dijî rêveberiya xweseriya demokratîk tê meşandin, were rawestandin û ger tevlîbûna wan jî çêbibe, wê hê baştir be.”

Civîn erênî derbas bû

Aldar Xelîl da zanîn ku di hevdîtina ligel Barzanî de rexneyên xwe anîne ziman û wiha got: “Civîn erênî derbas bû. Guhdarkirinek hebû û ez bawerim ger bi vî rihî berdewam bike, wê encam derbikevin.”
Berpirsê TEV-DEM’ê ragihand ku şanda ENKS’ê jî tevlî civînê bû û ragihand: “Piştî saetekê, şandek ji ENKS’ê tevlî civînê bû. Tişta balkêş ew bû, dema ew şand hat; gotin em nikarin bi navê ENKS’ê beşdar bibin. Ji ber em bi navê partiyên xwe hatine. Li gor dixuyê hê jî di nava ENKS’ê de biryara ku kî wê di civîna ligel me de nûnertiya wan bike, hê ne zelal bûn. Em jî li benda wan in. Civîna ligel Barzanî, tenê wekî silav dayîn û nirxandina divê em çibikin bû.”
Li ser pirsa ‘We gotibû divê ji ber daxuyaniyên li ser şoreşa Rojava, Barzanî lêborînê ji gelê rojava bixwaze. Di vê hevdîtinê de lêborînek wisa hat xwestin?’ Aldar Xelîl got: “Me ji wan re got ku gelê Rojava li benda helwestek berevajî vê yekê ye. Divê helwestek bê nîşandan ku bi rastî hun şoreşa Rojava çawa dinirxînin. Ev nirxên hatine pêşkêşkirin û şehîdên hatine dayîn û malbatên şehîdan tev li benda daxuyaniyekêne ew rastî dîsa were gotin ku şoreşek li rojavayê Kurdistanê heye. Li gor me dît, em bawerin ku gavên bên avêtin û nirxandinên bên kirin, wê bersivek erênî bê dayîn.”
Endamê BDK’ê li ser tevlîbûna ENKS’ê di rêveberiya xweseriya demokratîk de û nêzîkbûneke wan erênî di hevdîtinan de derket holê jî axivî û wiha got: “Me hê her tişt guftûgo nekiriye, tenê me gotiye emê li ser van mijaran dest bi civînan bikin. Em nizanin wê helwesta wan çibe û çi bersivê bidin. Emê van mijaran hemûyan di civînê de guftûgo bikin.”

YPG saziyeke netewî ye

Li ser pirsa ‘Helwesta we li ser dirûstkirina artêşekî duyemîn çiye?’ endamê DBK’ê Aldar Xelîl wiha got: “Ne artêşa yekem û ne jî ya duyemîn. Îro Yekîneyên Parastina Gel (YPG) berxwedanê dike, şer dike û rojavayê Kurdistanê parastiye. Îspat kir ku ew saziyekî netewiye û ji bo tevayî gelê rojavayê Kurdistanê ye. Heta ne tenê ji bo Kurdan, ji bo ereb, suryan, kildan û asûriyane jî. Piştî ewqas şer û berxwedanê, nêzî 500 şehîd û hezar birîndarên YPG’ê, saziyek wiha ger ewqas şehîd bide ne heqê meye û di warê exlaqî de jî ne raste ku em li ser nîqaş bikin kî beşdar bibe û kî nebe. Bazariyek wiha neraste, ji bo nirxdayîna wan şehîdan mabe, şaşe ku mirov gengeşe bike. Ger hinek dixwazin vê berxwedanê xort bikin, bila amojgariyan li ciwanên xwe bikin û werin beşdar bibin.”
Aldar Xelîl di berdewama axaftinên xwe de ragihand ku li kîjan welatî artêş ya partiyekê ye û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Ma li kîjan welatekê, artêşa wê girêdayî partiyekê ye, yan jî artêş ya beşekê ye. Hemû hemwelatiyên wî welatî, tevlî wê artêşê dibin. Îro YPG’ê jî berxwedanek kiriye û xwe îspat kiriye. Berî çend mehan dihat guftûgokirin û hinekan di got, wê ev sazî berxwedanê bike yan na. Wê serbikeve yan na, lê vê saziyê xwe îspat kiriye. Piştî vê îspatê, em bên û di bin navê lihevhatinê de li ser vê hêzê nirxandinê bikin; em vê tiştekî li derveyî pîvanan dibînin. Ji xwe ev hêz heye, ji bo nêrîndayîna li ser biryarên û rêxistinkirina wê, ji bo rola wê di nava pêvajo û rêveberiyê de, bê guman rêveberiyekî sivîl tê avakirin. Em li pêşiya rêveberiyekê ne û ev rêveberî ger biryarên derbarê vî welatî bi tevayî de bidin, bê guman wê ev artêş an jî hêza leşkerî rêzê nîşan bide. Lê ne gengaze her partiyek çend endaman bêne û bêje, ez jî di leşkeriyê de şirîk im, mijareke ne gengaze têkeve guftûgoyan de û ev ji bo me xetên sor in.

Em girêdayî peymana Hewlêrê ne

Li ser çalakkirina DBK’ê jî rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl wiha got: “Peymana Hewlêrê heye û bi zelalî gelek mijar anîne ziman. Hatiye nivîsandin ku divê her kes çawa tevger bike. Em girêdayî peymana Hewlêrê ne û ew çi bêje, emê li gor wê bimeşin.” Li ser daxuyaniyên partiyên ENKS’ê yên weke PYD nahêle em xebatê bikin jî Xelîl got: “Bila despêkê ji Hewlêrê vegerin Qamişlo û piştre em bihêlin. Mane hê nehatine Qamişlo xebatê bikin, rojek ji rojan kar nekirine ku tu bihêlî yan nehêlî. Ji xwe emê vê bêjin, emê bêjin hûn îmze dikin û nayên. Kî wê kar bike, mane te îmze kir, divê tû biçî herêma ku te jêre îmze kirî li wir kar û xebatê bikî. Em nikarin Rojava bênin gel wan û ji bo kar bikin. Divê ew werin rojava.”

Em ji bo çareseriyê amade ne
Ji bo xizmeta vî gelî bidin diyarkirin, tiştên din mirov dikare guftûgo bike. Em rast nabînin ku bi şertan dest bi tiştan bikin. Em ji bo çareserî û yekîtiyê vekirîne. Bi taybet jî em dixwazin di pêvajoyek wiha de ku Cenevre-2 tê lidarxistin, em ji bo van nakokiyên biçûk firsendek wisa dîrokê ji destê xwe bernedin. Bila Cenevre-2 nebe Lozan.”Li ser girtina dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûr de jî Xelîl wiha got: “Ew derfetek bû ji bo alîkariyên mirovî. Lê ew firsend pêk nehat. Lê di rojeva me de tiştek wisa tune ye. Lê ger em bibînin ew derfet wê ji bo xêra gelê me baş bin, ji bo me ne pirsgirêk e û em ne li dij in. Lê tenê ji bo wê jî em ti tiştan naxin rojeva xwe. 
Em dixwazin berî Cenevre-2, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were îlankirin
Endamê DBK’ê û rêveberê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl got ku ew dixwazin her kes tevlî kar bibin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em dixwazin bi rastî çareseriyek were dîtin û her kes tevlî kar bibe. Bi taybet em dixwazin berî Cenevre-2, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk were îlankirin.”  NÎHAT KAYA/DÎHA/HEWLÊR