Serrûpel Nûçe Thomson: Artêşa azad xwest min bide kuştin

Thomson: Artêşa azad xwest min bide kuştin

Belav bike

 Rojnameger Thomson li Sûriyê kar û xebata nûçegihanê ji bo kanala 4 ya Îngilîstanê dikir, piştî vegera xwe ya Îngilîz îdîayek cidî ku rê ji gelek gotûbêjan re vekir di bloga nûçeya ya kanala 4’ê de belavkir. Rojnamegerê Îngilîzî, da diyarkirin ku “Dema ez ber bi bajarê El Kuseyr ve diçûm, komeke milîtanên Artêşa Azad ya Sûriyê rêbertiya min dikirin û berê tirimbêla min dane noqteyeke leşkerên Sûriyê.” Rojnameger dide diyarkirin ku ew ji mirinê filitiye û dibêje “Wan bizanebûn ev yek kirin.” Thomson vê yekê şîrove dike û dibêje ku armanc ev bû “Rojnamegerê mirî dê Şamê têxe nava tengasiyê.”

 

Avestakurd