Piştî leşkerkêşiya împaratoriya Osmanî ya sala 1915an, jibilî ermeniyan gellek malbatên kurd jî ji hev perçe bûn û her yek bi aliyekî de çû.
Wê demê beşek ji malbata Simkoyê Şikak ji hev belav bûn û hinek ber bi Sûriyê ve çûn û tê gotin li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê binecîh bibûn.
Yek ji neviyên Simko bi navê Ebdula niha li kempa Kewirgoskê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê dijî…
Simko kî ye? (Ji Mihemed Ronahî-Serhildanên Kurdan)
Simko kurê Mihemed Axayê Şikakî bû û di sala 1887″an de li Selmasê ya ku nêzî Urmiyeyê ji dayik dibe. Li dû mirina Mihemed Axa, birayê Simko yê mezin Cafer Axa tê serokatiya eşîrê. Hêza eşîra Şikakiyan wisa mezin dibe ku di 1889″an de Çarê Rusyayê yê Nicolasyê II”yemîn bi Seyîd Tahayê Nehrî, Evdilrezaq Bedirxan re gazî Cafer Axa jî dike û her sêyan vedixwîne Rûsyayê. Di sala 1907″an de Cafer Axa ji aliyê dewleta Îranê ve tê kuştin. Ji wê rojê û şûnde Simko dibe belaya serê Îranê. Simko li dijî Îranê bi neyarên wê re têkiliyan datîne û her carekê bi awayekî xisarê dide dewleta Îranê.
Îranê jî li hember van çalakiyên wî serî li gelek fen û fûtan dide. Serqisê carekê pakêtekê jê re dişînîn xwedêgiravî di nav pakêtê de diyarî heye lê bimbe diteqe û birayê Simko dimire, Simko difilite ji vê kemînê. Di 1919″an de Simko êrîşê dibe ser leşkerên dewletê û Urmiyê ji dest wan digire. Van êrîşên Simko ji 1919″an heya 1930″î didomin. Gav bi ser dikeve li hember Îranê û desthilatdariya bajarên Kurdistanê digire destê xwe, gav têk diçe. Di 1921″ê de êrîşê serokê asûriyan Mor Şamûn dike û wî dikuje. Dûre Mahabadê ji dest Îranê digire.
Di 1924″an de Simko li rojavayê gola Urmiyeyê dîsa serî hildide û ev serhildan salekê didome.
Li dû vê serhildanê Riza Xan êrîşeke mezin dibe ser serhildêran û di sala 1925″an de Simko direve Kurdistana bakur. Wekî ku me li jor jî diyar kir Simko salên dirêj bêyî navber bi dewleta Îranê re şer dike. Îran gav bi tundî gav jî bi fenekî dixwaze vî şerî rawestîne. Gelek pêşniyar li Simko tê kirin, lê Simko ji ber hestên xwe yên neteweperwerî tu carê bi dewleta Îranê re aş nabe. Lewre dîroka malbata Şikakiyan û dewleta Îranê gelekî kevnar e. Şikakiyan tu caran li hember Îranê serî dananîn û bav û kalê Simko hemû bi dest Îranê hatin kuştin. Ji ber vê yekê jî ji derveyî neteweperweriya Simko rikeke wî ya teybet li dijî Îranê hebû. Vê yekê ew bi xwe di nameyeke xwe ya ku ji Mistefa Paşa re bi rê dike de dibêje: Hûn dizanin ku çi hat serê bavûkalên min Îsmaîl Xan, Elî Xan û yên din. Ji aliyê farisan ve bi hovîtî hatin kuştin. Helbet ez heya niha ji bo serfiraziya gelê kurd têkoşiyam lê di heman demê de ev şer heyfa min a li hember farisan e jî.
Piştî reva xwe ya ji rojhilatê welêt, du salan li Kurdistana bakur û Kurdistana başûr dimîne. Dewleta Îranê ji ber ku wî bide rawestin walîtiya Kuçnûyê dide Simko Axa. Wî vedigerînin welêt dîsa. A rastî berê jî walîtî dabûn Simko, lê Simko dîsa nesekinîbû û serî hildabû li dijî dewletê. Heta di sala 1921″an de bi carekê êrîşî Mahabadê dike û ji 550 leşker û serleşkeran 150 heban, tevî serleşkeran dikuje û Mahabadê ji dest digire. Niha dîsa Îran walîtiya Kûçnûyê dide wî. A rastî diviyabû ku nexapiya bi vê yekê û neçûya lewre dewleta Îranê baş nas dikir. Lê diçe. Bi vexwendineke fermî û merasîmê li Tebrîzê pêşwaziya wî û çend siwariyên wî dikin. Lê ev xapek e û çend rojên din wî û kurê wî Xusref dikujin û laşê wan jî dibin li Urmiyê dialiqînin.
Bi rastî jî Simko wekî serokekî kurd piraniya emrê xwe bi têkoşîna li hember neyaran qedand. Li gorî şertên wê demê di hindava xwe de siyaset jî dimeşand. Kesên ku digot dost in hemûyan jî ew li ser piştê dihiştin. Wekî mînak nameyekê ji îngilîzan re dişîne û dibêje heke hûn alîkariya me bikin û cebilxaneyê bidin me ez û Seyîd Riza dê Serhedê ji tirkan bişon. Ne bi îngilîzan tenê re bi tirkan re jî dikeve têkiliyê û ji bo ku li hember îranê karibe rasweste û cebilxaneyê ji tirkan digire. Lê dîsa jî bi ser nakeve. Jina wî li ber çavê wî tê kuştin. Zarokê wî yê 6 salî dîl tê girtin. Du heb birayê wî di van serhilldanan de şehîd dikevin. Heta ku dawiya dawî jî ew û kurê xwe şehîd dikevin dev ji doza serxwebûnê bernade. (Rûdaw)