Li gor zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji polîsê Hewlêrê hatine wergirtin, çîroka revandin û rola tometbaran wiha bû:
Êvara roja 6/1/2014 her yek ji tometbaran (H, S û Q) ku serxweş bûn, diçine yek ji markêtên bajarê Hewlêrê ji bo ku xwarinê bikirin. Tometbar (S) diçe nav markêtê û dema pere dide jimêryara markêtê, dibîne jimêryar keçeke 16 salî ye û bi telefonê bi zimanê erebî diaxife. Piştre (S) ji markêtê derdikeve û diçe cem her du tometbar (H û Q) û ji wan re dibêje keçeke Ereb di nav markêtê de ye. Tometbar li nêzîkî markêtê di nav otombêlekê de ku curê wê Hyundai Accent hejmar 199777 Iraq/Hewlêr e, çavdêriya wê keçê dikin heta ku ji markêtê derdikeve.
(S) telefona her sê kesên din dike
Dema keç ji markêtê derdikeve, tometbar (S) ji otombêlê dadikeve û keçê ji pora wê ve dikişîne û wê bi zorê dixe nav otombêlê, (Q) şofêrê otombêlê ye. Her sê tometbar keçê direvînin û dibine ser rêya Mexmûrê.
Piştre li çolê û li nêzîk hawzekî xwedîkirina masiyan her yek ji tometbar (H, S û Q) keçê ji otombêlê dadixînin û her sê destdirêjiya seksî ji pişt ve dikine ser.
Pey re tometbarê serekî yê bûyerê (S), telefona her sê kesên din dike û ew jî tên bi heman awayî destdirêjiya seksî ji pişt ve dikine ser keça 16 salî û piştre keçê li ser cadeyekê davêjin.
Piştî ku hêzên asayişa Hewlêrê ji bûyerê tên agehdarkirin, lêkolîn li awayê rûdana bûyerê tê kirin û sûd ji komkirina zanyariyan û belgeyên hûr û kamîraya çavdêriyê digirin û di rêya wan re tometbaran nas dikin û bi hevkariya navbera asayiş û polîsê Hewlêrê tên girtin.
Tometbar ji cihê mayîna xwe direvin û ber bi sînorê gundê Pîrdawd ê ser bi nahiyeya Şemamik li parêzgeha Hewlêrê ve diçin.
Îro serê sibehê dora saet 2.35 bi dema Hewlêrê, li gundê Pîrdawd her yek ji tometbaran (S, H, Q û T) ji aliyê hêzên asayişê ve hatin girtin û pey re otombêla wan a ku tawan pê kirine hat desteserkirin.
Piştî ku her çar tometbar li tawana xwe mukir hatin, îro serê sibehê saet 5.10, her du tometbarên din (G û M) di embarekê de li ser rêya serekî ya Mexmûrê hatin girtin û ew jî li tawana xwe mukir hatin.
Tometbar (H) 2 jinên wî hene
Tometbar piştî ku hatin girtin, hêzên asayişê ew radestê polîs dikin û li gor madeya 423 ya yasaya cezayan a Iraqê ji aliyê dadgeha lêkolînan a Hewlêrê ve lêkolîn ligel wan hat kirin.
3 ji tometbarên ku destdirêjî kirine ser keça Kurd a 16 salî bira ne û tometbar (H) 2 jinên wî hene.
Keça 16 salî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axifî û got “Ez dixwazim bi destê xwe wan bikujim, nabe werin derve, yan wan îdam bikin yan jî wan hetahetayê bigirin”.
Jêder: Rûdaw
Rêveberiya Polîsê Hewlêrê wêneyên her şeş kesên ku destdirêjiya seksî kirine ser keçeke Kurd a 16 salî li bajarê Hewlêrê, belav kirine.
Roja 6/1/2014 li bajarê Hewlêrê, 7 xortan keçeke 16 salî ya Kurd revandin û 6 ji wan destirêjiya seksî kirine ser wê keçê.
Piştre keça Kurd ku koçbereke Rojavayê Kurdistanê ye, xwe gihande asayişê û dozek li ser wan vekir.
Îro Rêveberê Polîsê Hewlêrê girtina 6 kesên ku ew tawan kirine ragihand û got ku ewê piştî lêkolînan wêneyên wan bidin medyayê.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/090120145#sthash.EVywBM3j.dpuf