Dawudoglu li barê qeyrana Sûriyê ji ajansa Anadolê re ragihandiye ku: “Libarê qeyrana Sûriyê şerê derunî li hemberî Tirkiyê tê kirin û propagandeya wê yekê jî tê kirin ku waye Tirkiyê piştgîriyê li grupên çekdar ên Sûriyê dike. PYD û Qaîdê li Sûriyê li ser asayîşa Tirkiyê hereşe ne.”
Di berdewamiy axaftina xwe de Dwudoglu got: “Rêjîma Sûriyê weku terorîst temaşeyî opozisyonê dike û ji bo serkutkirinê hemû curên tundûtîjiyê bikar tîne û li jêr navê şerê dijî terorê dixwaze rewayiyê bide êrişan û tundûtîjiyan.”
Oglu got: “Divê Hizbulah û hemû kesên biyanî ji Sûriyê bêne derkirin. Çend hêz û alî hene li beramberî Tirkiyê şerê pîskoljîk dimeşînin û dibêjin binêrin Tirkiyê piştgîriya grupên çekdar dike.”
Libarê rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şamê jî Dawudoglu amaje bi wê yekê kiriye û gotiye: “Di demekê de ku opozisyona Sûriyê li bakûrê wî welatî bihêz bû wê demê DAIŞ derket holê, DAIŞ ji piştve pêwendiya xwe bi rêjîmê re heye.”
Wezîrê derve yê Tirkiyê cext li wê yekê jî kiriye ku divê opozisyona Sûriyê beşdarî konferansa Cinêv 2 bibe û her weha ew piştgîriya beşdarîkirina Êranê di kongireya Cinêv de jî dikin. AA