Serrûpel Nûçe PKK hesabê Roj TV jê dixwaze

PKK hesabê Roj TV jê dixwaze

Belav bike

Kesên ku ji nêzîk ve rewşa wî dişopînin, dibêjin ji bo ku xwe ji wî sûcî paqij bike, dibêje ku hinek îfade dane û bi dayîna wan îfadeyan Roj TV hatiye girtin.

Dike nake nikare wan derewên xwe bi yek belgeyekî jî îsbat bike û bi PKK bide qebûlkirin ku bi rastî hinek hebûne bûne sedema girtina roj tv ji aliyê Danîmarka ve.

Vedat Tayfur ku dibêje ew Amed Dicle ye, dema ku birêvebirê Roj TV bû, di dema wî, bûbû sedema peydakirina gelek grûpên cuda di nava wê televîzyonê de, di dawiyê de televîzyon xistibû rewşe wiha ku êdî kesek lê temaşe neke û roj bi roj hem ziyaneke mezin ya madî didîr hem jî xelkê ku têde de jê direviyan.

Her wiha di dema wî de, gelek doz li dijî wê televîzyonê vebûn.

Kesên ku wî nas dikin û demeke dirêj hevaltiya wî kirine, dibêjin bi ihtîmaleke mezin kesekî tarî be û bi taybetî hinek ew şandibin nava rêxistinê û rê li ber vekiribin, heta ku bigihê wê asta ku berpirsiyariya Roj Tv bike.

Li gora wan kesan, dibe ku ew gihiştibin armanca xwe, ji ber ku di encamê de Roj TV hate girtin, û ziyaneke madî ya mezin gihande wê dezgehê, ku ew bi pereyên xelkê welatparêz hatibû avakirin.

Kesê ku nav li xwe dike Amed Dicle ji bo ku xwe paqij bike, kincên rojnamevanan li xwe kirin, dakete nava gerîla û hevpeyvîn bi wan re çêkirin, ji bo ku wê îmaja ku “kesekî tarî ye” ji ser xwe rake. Wî wiha texmîn dikir ku weke turîstekî biçe nava gerîlayên Kurd, wê xwe di çavên Kurdan û PKK de şêrîn bike û ewê were efûkirin.

Li gora hinek jêderan, PKK hesabê girtina Roj Tv ji wî dixwaze. Ew jî ji bo ku ji stûyê xwe derxîne, dibêje fila kesî îfade daye, fila kesî ev kiriye, ew gotinên bê bingeh û derew, derewên ku nikare bi yek belge û dokumentê jî îsbat bike. 

Tenê ji bo ku xwe paqij derxîne, kesên din gemarî dike.

Bi wan derewan hem dixwaze PKK bixapîne, hem jî bi mîlyonan Kurdên ku pere ji bo Roj TV dabûn.

Berî niha jî gelekî hewl da ku bi çend raporan xwe paqij derxîne, lê raporên wî ji aliyê berpirsiyarên PKK ve nehatine qebûlkirin.

Pirsa ku divê ew bersiva wê bide ev e:

– Kê tu şandî nava PKK û çima te Roj TV daxiste asteke wiha ku bibe televîzyineke krîmînal û di encamê de were girtin?

– Her gotineke te kir, divê tu hesabê dawiya wê jî bikî, ji ber ku piştre gotinên te wê li ser te bibin bela.

– Bê belge û dokumet, çima xelkê din tewanbar dikî, ma tu li daristanan dijî, li wan welatên Ewropa dadgeh hene, xelk dikare li ser wan derew û tuhmetên ku tu davêjî ser xelkê te bidin dadgehê, piştre wê tu neçar bibî tifa xwe careke din li devê xwe verenî, û weke Kurd dibêjin dev û tûyê xwe têde bihêlî.

– Tu ji kîjan alî re kar dikî û wê tu çawa hesabê wan peran bidî ku hemû bi xwîna şehîdan hatibû komkirin.

Te çima dawiya Roj TV anî? Û eger tu derew û bêbextiyan nakî, belgeyeke tenê jî bîne ku destê kesekî din, ji xeynî destê te di girtina Roj TV de hebû ye.

Yan jî ji bo zêdetir riswa nebî, weke ku Kurd dibêjin Li ser teriya xwe rûne û bêdeng be.

Fermo meydan vekiriye.

Niha kesê ku dibêje ew Amed Dicle ye, di krîz û sendroma peydakirina bersiva wan pirsan de ye.