Serrûpel Nûçe Di nameya Ocalan de ji bo Barzanî çi heye?

Di nameya Ocalan de ji bo Barzanî çi heye?

Belav bike

Parlamentera serbixwe ya Amedê Leyla Zana û alîkarê hevserokê HDPê Sirri Sureya Onder, ku îro (25.01.2014) danê sibê bo hevdîtina digel Ocalan çûbûn girtîgeha Îmraliyê, vegeriyan.

Li gorî DÎHAyê, di vegerê de Zana û Onder daxuyanî dan û ragihandin, di hevdîtina digel Ocalan de li ser pêvajoya aştî û çareseriyê, pêşhatên dawî yên li Tirkiyê û Kurdistanê gotûbêj kirine û dan zanîn, Ocalan li ser pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê her wiha Kongreya Netewî ya Kurd nameyek taybet ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re nivîsandiye.

Li gorî agahiyan, nameya ku Ocalan ji Barzanî re nivîsandiye niha di destê berpirsên girtîgehê de ye lê piştî kontrolkirinê dê radestî Onder û Zana bê kirin da ku pêşkêşî Barzanî bikin.

Li gorî daxuyaniya şanda Îmraliyê, Ocalna li ser pêvajoyê gotiye, nabe hikûmet pêvajoyê bike qurbana hilbijartinan, çimkî eger tiştekî wisa bê kirin pêvajo dê zirarek mezin bibîne.

Hat gotin, Ocalan daxwaz kiriye şandên siyasî yên ku serdana wî li Îmraliyê dikin divê bên zêdekirin. (Rûdaw)