Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê dane, şevê din saet derdora 21.30’an de ji hêzên Asayîşê re hate gotin ku li taxa Zêdiyê dengê çekan ji malekê hatiye û hinek kes hatine kuştin. Li ser vê yekê dewriyek Asayîşê, nûnerên dadgeha gel û bijîşk çûn cihê bûyerê.
Piştî ku ekîb gihîştin mala behsa wê tê kirin, di hundir de jinek û zilamek ku hatine kuştin hatin dîtin. Her wiha 2 kesên ku di malê de bûn û tê gotin eleqeyan bi kuştinê re heye, hatin binçavkirin. Li gel herdu kesan çekek kelaşnîkof û çeka popbeyî hatin desteserkirin.
Hate gotin ku kesên hatine kuştin jina bi navê S.Î. ya 25 salî û zilamê bi navê X.D. yê 35 salî û ji navçeya Şiyê ye. Hate gotin ku li ser X.D. 6 hezar dolar hatine dîtin.
Ji bilî 2 kesên di malê de hatine binçavkirin, kesekî ku şahidiya bûyerê jî kiriye, ji bo îfadeya wî bê girtin, birin navenda asayîşê.
Hate fêrbûn ku kesên hatine binçavkirin birayên hevserê S.Î. ne. Lêpirsîna derbarê mijarê de didome. (anf)