Serrûpel Nûçe Gelo Îranê gef li Talebanî xwarine?

Gelo Îranê gef li Talebanî xwarine?

Belav bike

 Bi navê Hevpeymaniya Kurdistanê Ferhad Etrûşî di daxuyaniyekê de ragihand ku ‘ji bo Celal Talebanî piştgiriya Nûrî El Malikî bike û baweriya Serokwezîrtiyê jê neyê stendin, dewleta Îranê gef li Talebanî xwarine û heta di nava van gefan de li dijî Herêma Kurdistanê êrîşeke leşkerî jî heye.’ Her weha Etrûşî di berdewamiya axivitina xwe ya ji kanala Al Arabiya re da diyarkirin ku ji ber van gefan Celal Talebanî aliyê Malikî girtiye. Di heman demê de çapemeniya Kûwêtê ji bal kişandibû ser vê mijarê û nivîsîbû ku Talebanî ji ber zextên Îranê piştgiriya Malikî kiriye. Hêjayî gotinê ye, Celal Talebanî nameya parlementeran îmzekirî ji bo wergirtina baweriyê ji Malikî qebûl nekiribû û Nûrî El Malikî ji bo vê helwesta Talebanî sipasiya Celal Talebanî kiribû.

 

Avestakurd