Serrûpel Nûçe Kurt û kurmancî Nêçîrvan vê dibêje…

Kurt û kurmancî Nêçîrvan vê dibêje…

Belav bike


Di destpêka civînê de serokwezîrê Kurdistanê gotarek pêşkeş kir û wî di gotara xwe de bi awayekî zelal û berfireh amadebûyên civînê ji  siayseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê neftê û pirsgirêkên digel Bexdayê agadar kirin.
Serokwezîr di axaftina xwe de got:

-  Armanc ji vê civînê zîdetir agahdarkirina  we yên birêze li ser çewaniya birêveçûna danûstandinên digel Bexdayê li ser meseleya budce û hinartina neftê. Ev zêdetir ne wek semînar, weke civînekê ji bo agadarkirina we yên birêz li ser pirsên giring ku peywendî bi hemû aliyan ve heye. Me, li serokatiya civata wezîran li herêma Kurdistanê, wisa bi başî zanî ji nêzîk we agadar bikin, çunkî li Bexdayê hindek zasiyên ragehandinê rapor û nûçeyan belav dikin ji rastiyê dûr in. Me xwest di civînek daxistî de, digel we van pirsan bi timamî behis bikin daku, hûn haydarî wan pêngavan bin yên ku, me li destpêkê dest pê kirin û nuha em gehiştinê.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, piştî çend mehên din 11 sal bi ser jinavçûna rijêma Bassê ve derbas dibin, berî hîngê gelên Îraqê weke xewin dizanî ku, rojekê bikaribin bi azadî, serbilindî, tenahî û demokarasî li Kurdistan û Îraqê de bijîn, lê ji ber xweragiriya gelê Kurdistanê hindek ji wan xewinan li herêma Kurdistanê bicî hatin.

– Di nava çend salên borî de, guhertinên mezin li herêma Kurdistanê çê bûne. Me digel gelên din yên Îraqê deng ji destûra re Îraqê da û nuha em bi wê destûrê pabend in û kar pê dikin. Me deng ji parlamentoya Îraqa federal  û parlamentoya Îraqê re da û hikûmeta herêma Kurdistanê karnameya xwe li pêş parlamnetoya Kurdistanê xwand û baweriya gelê Kurdistanê bi rêya nûnerên wan bidest xist. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi hişiyarî pilana geşkirina aborî bo welêt dana û ji bona piraktîzekirinê wê pilanê dixebite.  Îstîqrara Kurdistanê kevirê bingehîn yê îstîqrar û pêşketina aborî ye.

– Gelek caran em bixwe guhertinên mezin nabînin û car car ji bîr dikin, av, elektirîk, avrêj, avadankirin, perwerde, saxlemî, akincîkirin, balefirxane li Silêmaniyê, li Hewlêrê û li Duhokê (dibin çêkirinê de ye), nûneratiyên derve û çalakiyên me yên aborî ber bi zêdebûnê ve ye, gelek aliyên din yên jiyanê wisa kiriye ku, xelkê biyanî çi berhemhêner, çi diplomat, çi bazirgan, çi tûrîst û çi rojnamevan vê pirsê ji me dikin: Çewa di demek kurt de we karî rewşa jiyana hevwelatiyan bi awayekî ber bi çav biguher in? Em dizanin em di herêmek pir giriftarîd e dijîn, di nava 7-8 salên borî de nûneratiyên Kurdistanê, çi li Bexdayê û çi li herêmê berdewam xebitîne ku, çend madeyên destûrî bi cî bikin daku paşerojeke geştir bo hevwelatiyên Kurdistanê misoger bikin. Yek ji madeyên gelek giring yên destûra Îraqê li ser pirsa neft û gazê ye. Di çarçoveya destûra Îraqê de hikûmeta herêma Kurdistanê yasaya neft û gazê  a herêma Kurdistanê bir parlamentoya Kurdistanê, piştî gotûbêjeke berfireh ku, bi rêya mediyayê dîrekt dihate weşandin, parlamentoya Kurdistan ew yasa pesind kir. Ango ev yasa yê gelê Kurdistanê ye, çunkî nûnerên wan deng jê re daye. Ew nûner rengvedana tev pêkhateyên Kurdistanê bûn. 

– Pêtir ji salekê me digel hikûmeta Îraqa federal gotûbêj li ser yasya neft û gazê a Îraqê û dabeşkirina dahatiniyê neftê kir û bi hev re ew yasa ji parlamnetoya Îraqê re şand. Em li ser reşnivîsa qanûnê rêkeftin û min bi xwe ew reşnivîs daye dest serokwezîr dr.Malikî li Bexdayê şiwata sala 2007ê.  Hîngê em bi hêvî bûn ku, bi hev re ji bo sertaserî Îraqê bigihin encamekî baş, lê mixabin hewlên me yên avaker encamên me dixwestin nedan. Vê pirosesaê dirêj vekêşa, lê me nexwest jiyana siyasî û pirsên aborî li Kurdistanê ji dest bidîn, gelê me tîniyê guhertinên lezgîn û cidî bû.
Em digel hikûmeta Malikî lis er wê yekê rêkeftin eger di nava wextek diyarkirî de  negihiştin lihevhatinekê, her aliyek azad dibe li ser meşandina siyaseta neft û gazê di çarçoveya destûra Îraqê de.

– Li ser esasê wê rêkeftinê û di çarçoveya destûra nû  a Îraqê de, hikûmeta herêma Kurdistanê reşnivîsa yasaya neft û gazê a Kurdistanê bir parlamentoya Kurdistanê û ji wê rojê hat îro karûbarên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê neft û gazê de di çarçoveya destûr û wê rêkeftinê de derneketiye.

– Berî nuha bi 8 salan tu kes ji me û ji şarezayên warê neftê ne dizanî çend neft û gaz li herêma Kurdistanê heye, kêm bûn ew kes ku, xeyala wan bo wê yekê diçû rojekê herêma Kurdistanê bikeve ser nexşeya enerjiya cîhanê, dema behsa enerjiyê dihat kirin kêm kes hebûn li benda rojeke wesa bin têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ji gefên serbazî bikeve di warê hevkariya warê enerjî, gaz û bazrganiyê de. Kêm kes hebûn wê xewinê bibînin ku, kompnaiyên biyanî dîrekt girêbestan digel hikûmeta hilbijartiya herêma Kurdistanê îmza bikin. Ji hîngê were pêtir ji 50 kompaniyan ji 23 welatan hatine bazarê enerjiya Kurdistanê.

– Eger me di sala 2007ê de dest bikarê warê neft û gazê nekiraba, nuha me nedikarî bêjin di çend salên kêm de bi şanzî ve, berhemê nefta Îraqê zêde dikîn, dahat bo sertaserî Îraqê dabîn dikîn. Me nedikarî bêjin em bi tenê li benda dahatiniyê neftê nînin ji hikûmeta Îraqa federal, lê em dixwaz in dahatiniyê Îraqê zêde bikin û em jî pişka xwe bixin ser xizîneya federalî.

– Ya ku Bexda dixwaze digel çareseriya me cudaye, bi kutahî cudahî eve: Bexda dibêje hemaliyê bo min bike, neftê teslîmî min bike û ez dê bi keyfa xwe firoşim û bo ser budceya Îraqê bişînim û herdema min xwest dê weke kartek sor li dijî herêma Kurdistanê bikarbînim û car car budceya we jî qut dikim! 
Vê carê, li Bexdayê, me ji wan re got ku, em bi tu awayî hez nakin me guh li gefan be ku hûn budceya herêma Kurdistanê qut dikin, çunkî ev yek ne di berjewendiya Bexdayê û herêma Kurdistanê de nîne.

– Xîlafa me digel Bexdayê li ser xalekê ye; ew dibêjin neftê teslîmî destê Somo (kompaniya nefta Îraqê bo derve dişîne) bike, ew dê neftê bifroşe û li Bexdayê bike budce û careke din bo herêma Kurdistanê binêre, ji vê zêdetir herêma Kurdistanê tu mafên din nîn in

Yakû em dibêjin çiye? Em dibêjin:

1- Şefafiyet di pirosesa hinartina neftê û beşdarîkirina Somo digel me, em razî ne.
2- Başdarîkirin li agahdarbûn li ser pereyê nefta hatiye firotin bi rêya edad, em dibêjin di wê yekê jî de beşdar bin
3- Di pirosesa şafafiyetê di tenderên neftê de jî digel me beşdar bin, çunkî piropagendeyek wisa heye ku qaşo em dixwaz in neftê bi herzanî bifroşin. Tiştê weisa nîne. ew dixwazin li gor standardên navdewletî neftê bifroşîn û em amadene di hemû pirosesê de Somo digel me beşdar be.
4- Mekanîzma vegerandina budceyê bo herêma Kurdistanê em dixwazin bi awayekî be bêy ku Bexda her rojekê gefên qutkirina budcey li herêma Kurdistanê bike, em wî zimanê red dikin û nayê qebûl kirin.

Li vir ez daxwaza piştgiriyê ji we dikim, her pirseke we di vî warî de û li ser vê pirosesê hebe mafê we ye, lê kodengiya niştimanî li ser vê meseleyê pêwîste û çênabe em li ser vê pirsê kodeng nebin, bi taybetî di vê qonaxê de eger ji serdema nivîsîna destûr zehmetir nebe, nekêmtir e.