Bayik di gotara xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de hatî belavkirin, got ku ‘di rojeva wan de xurtkirina berxwedanê heye.’ Bayik di berdewamiya gotara xwe de der barê ‘çek danîna PKK’ê’ de got “Di rewşeke ku li ser Kurdan polîtikaya leşkerî û komkujiyê hevqasî tund tê meşandin û di neçareserkiriyê de israr têkirin de tenê ya tê hêvîkirin bilindkirina berxwedanê ye.” Bayik daxuyaniyên Erdogan û Kiliçdaroglu jî dûrî cidîyetê binav kir. Bayik di gotara xwe de balê dikişîne ser zext, operasyonên li ser gelê Kurd têne meşandin, siyaseta mijûlkirina Kurdan. Her weha Bayik aşkere got ku ev tê wateya ‘bilindkirina berxwedanê.’
Avestakurd