Siyasetvanekî Kurd ku li Amerîka dimîne ji malpera AVESTA KURD diyar kir ku ew navbênakariyê dike û di demeke nêzîk de wê berpirsiyarên her du partiyan li hev bicivin û pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.
Dîplomatê Kurd ku nexwest em navê wî eşkere bikin, got ew bi her du aliyan re ketiye pêwendiyê û ew gihiştiye ku êdî her du alî li hev bicivin û şerê hev nekin.
Weke tê zanîn serokên her du partiyan jî serokê AZADÎ Mustafa Cuma û serokê PYD Salih Muslum ji bajarê Kobanî ne.
Berî çend rojan berpirsiyarekî bilind yê partiya AZADÎ ji aliyê çekdarên PYD ve li Efrînê hatibû girtin û girtina wî tehdîdkirina berpirsiyarên AZADÎ bûbû pirsgirêkek di navbera her du aliyan de.
AVESTA KURD