Sekreterê rojnamevanî yê seorkwezîr Nêçîrvan Barzanî, Samî Ergoşî ragihand ku îro roja înê (14.02.2014) serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û şanda ligel, li Istanulê bi serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan re dicive.
Ergoşî diyar kir ku wê her du alî li ser pêwendiyên di navbera Kurdistanê û Tirkiyê de, di derbarê enerjî û mijarên pêşerojê yên herêmê de rawestin.
Tê çaverêkirin ku Barzanî piştî vegera xwe ya ji Tirkiyê ji bo çaresekirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de biçe Bexdayê.