Serrûpel Nûçe Hikûmeta Kurdistanê itîrafê bi Kantonan nake

Hikûmeta Kurdistanê itîrafê bi Kantonan nake

Belav bike

AVESTA KURD – Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, li Istanbolê di dema hevdîtina xwe de ligel serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib erdogan got, ew irîrafê bi kantonan û idareya xweserî ya ku li rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê PYD ve hatine avakirin nakin.Berî niha berpirsiyarên pêwendiyên derve di hikûmeta Kurdistanê de Felah Mistefa jî gotibû ku ew bi wan kantonan re nadin û nastînin û itîrafî pê nakin.

Her wiha berdevkê hikûmeta Kurdistanê jî di hevpeyvîneke xwe de ligel El Cezîre-Tirkî ragihandibû ku PYD tiştekî bi dest nexistiye heta ku ew itîrafê pê bikin, tiştên di destên PYD de, rêjîma Sûriyê teslîmê wê kirine û tiştek rizgar nebûye.

AVESTA KURD