Serrûpel Nûçe ENKS: Xortek di bin îşkenceya asayişa PYD de hat kuştin

ENKS: Xortek di bin îşkenceya asayişa PYD de hat kuştin

Belav bike

Şaxê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Serêkaniyê di daxuyaniyekê de got, “Duh cenazeyê Axo Ataş ê bi navê Reşwan tê naskirin ji aliyê asayişa PYDê ve radest’ malbata wî hat kirin”.

Di daxuyaniya şaxê ENKSê yê Serêkaniyê de wiha hatiye gotin: “Reşwan berî 2 rojan ligel her yek ji Basil Mistefa Oso, Şêrwan Seydo Mihemed û Şêrwan Bubu Mihemed piştî şerekî, ji aliyê asayişa PYDê ve hatibû girtin”.

ENKSê li ser zarê malbata wî belav kiriye ku “Reşwan rastî îşkenceyê hatiye û di encam de jiyana xwe ji dest da.” Li gor daxuyaniya ENKSê, Reşwan di dema şerê navbera Yekîneyên Parastina Gel (YPG) yên girêdayî PYDê û komên îslamî yên radîkal de li kêleka YPGê şer dikir.

Lê belê asayişa PYDê di daxuyaniyekê de red kir ku Reşwan di bin îşkenceyê de hatibe kuştin û got, “Reşwan di şerê roja sêşemê de dilê wî sekinî û di encam de jiyana xwe ji dest da”.

Di daxuyaniya asayişa PYDê de hatiye gotin ku “Di şerê roja sêşemê de endamekî asayişê piştî ku gelek dijûn jê re hatin gotin, êrîşî malbatên ku şerê hev dikin kir û di heman demê de dilê Reşwan sekinî”.

Asayişa PYDê herwiha got, “Ew endamê asayişê parêzbendî li ser hat rakirin û dê li pêş gel bê darizandin”.

Şaxê ENKSê yê Serêkaniyê tiştê ku bi serê Reşwan hatiye şermezar kir û daxwaz ji asayişa PYDê kir ku bi berpirsyariyên xwe rabin û kesên ku bûne sedema mirina Reşwan lêpirsînê ligel wan bikin. Rûdaw