Serrûpel Nûçe PYD! Şoreş ne yekalî, pirr alî ye!

PYD! Şoreş ne yekalî, pirr alî ye!

Belav bike

Li Rojavayê Kurdistanê jî, rewşek şoreşê heye, rewşek ku gelê Kurd li vî perçeyê xwe bigihije azadî û ewletiyê. Rewşa Suriye çend aloz û tevlîhev be jî, ger Kurd li ser vê xaka pîroz a welatê me bi hevûdu re, ber bi asoyek hevkar û yekdeng ji bo berjewendiya gelê me li Rojava birêve biçin, derfeta serkeftinê û azadî / demokrasiyê li ber Rojavayê Kurdistanê jî vekiriye! Lê, ger destê hevbendî û berjewendiya gelerî li pêş a partîzanî û yekhizbîyê be!

Damezrandina dezgehên yekalî ku tade û bandorê li ser hestên gelerî dikin, nikarin û nabin asoyên demokrat. Qebûlnekirina radyoyek azad, wekî ARTA radyo, nepejirandina hêzên gelerî wekî yên ENKS û yên PKD-Suriye li Rojavayê Kurdistanê, astengên eşkere li pêş demokrasiyê û pirrdenigiyê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Ger hêzên hevgirên rejîma diktator a Esed li paytexta Rojavayê Kurdistanê – Qamişlo bikaribin xwepêşandanan lidar bixin û gava gencên Kurd li Amûdê protestoyek bikin û ji alîyê asayişa PYD ve bên qetl kirin, navê vê yekê ne şoreş e!

Ger rê li ber şoreşê bête xwestin ku bê vekirin, rê – tehamûla pirrdengî û pluralizmê li Rojavaye Kurdistanê ye. Efrîn, Kobanê, Amûdê, Qamişlo, Dêrîkê ne tenê mala PYD, mala tevayiya tevgera siyasî, civatî ya Rojavayê Kurdistanê ye!

Şoreş di sedsala 21an de, ne bi otokrasî, diktatorî û tadeya yekalî biserdikevin! Bi pirrdengi, di parastina berjewendî û nirxên civatî de serdikevin!

Ukrayna ne xala dawî ya şoreşên dema me ye, nîşanek e! Hêvîdar im PYD ev nîşan têgihiştibe, li Başûrê Kurdistanê jî weha bû, PDK, YNK, Cepheya Kurdistanî wergirê şoreşa Kurdistanê bûn! PYD hîn jî dikare, di vê reyê de bibe alîkar, ne pêşgir!

Pêşeroja Kurdistanê: di avakirin û parastina nirxên demokrasiyê ve dikare bête ewle kirin, ne bi rêya yekalîbûnê! Tevgera Kurd, ji bo avakirina demokrasî, ewleyî, aştî û parastina berjewendiyên gelerî derketiye rê û tenê di vê reyê de dikare biser bikeve. Daxwaza Kurdan û cîhana demokrat jî ev e!…

Cemal Batun

Stockhom, 23 Sibat 2014

Dinya dibe şahidê şoreşek nû! Li Ukrayna, piştî bedelek 100-110 şehîdan neteweyê ukraynî ber bi azadi û demokrasiyê ve birêbe diçe. Bêguman, rewşa Ukrayna û Rojavayê Kurdistanê ne wekî hevûdu ye, bêguman dinyaya Rojava û Rojhilat ne wekî yekûdu ye! Lê, pîvanên demokrasiyê li tevayiya cîhanê wekî yek in! Xwedî derketina berjewendiyên gelerî, xwedî derketina nirxên pluralizmê, xwedî derketina ne partizanî, lê pirrdengî û pirr rengiyê!

Li Rojavayê Kurdistanê jî, rewşek şoreşê heye, rewşek ku gelê Kurd li vî perçeyê xwe bigihije azadî û ewletiyê. Rewşa Suriye çend aloz û tevlîhev be jî, ger Kurd li ser vê xaka pîroz a welatê me bi hevûdu re, ber bi asoyek hevkar û yekdeng ji bo berjewendiya gelê me li Rojava birêve biçin, derfeta serkeftinê û azadî / demokrasiyê li ber Rojavayê Kurdistanê jî vekiriye! Lê, ger destê hevbendî û berjewendiya gelerî li pêş a partîzanî û yekhizbîyê be!

Damezrandina dezgehên yekalî ku tade û bandorê li ser hestên gelerî dikin, nikarin û nabin asoyên demokrat. Qebûlnekirina radyoyek azad, wekî ARTA radyo, nepejirandina hêzên gelerî wekî yên ENKS û yên PKD-Suriye li Rojavayê Kurdistanê, astengên eşkere li pêş demokrasiyê û pirrdenigiyê li Rojavayê Kurdistanê ne.

Ger hêzên hevgirên rejîma diktator a Esed li paytexta Rojavayê Kurdistanê – Qamişlo bikaribin xwepêşandanan lidar bixin û gava gencên Kurd li Amûdê protestoyek bikin û ji alîyê asayişa PYD ve bên qetl kirin, navê vê yekê ne şoreş e!

Ger rê li ber şoreşê bête xwestin ku bê vekirin, rê – tehamûla pirrdengî û pluralizmê li Rojavaye Kurdistanê ye. Efrîn, Kobanê, Amûdê, Qamişlo, Dêrîkê ne tenê mala PYD, mala tevayiya tevgera siyasî, civatî ya Rojavayê Kurdistanê ye!

Şoreş di sedsala 21an de, ne bi otokrasî, diktatorî û tadeya yekalî biserdikevin! Bi pirrdengi, di parastina berjewendî û nirxên civatî de serdikevin!

Ukrayna ne xala dawî ya şoreşên dema me ye, nîşanek e! Hêvîdar im PYD ev nîşan têgihiştibe, li Başûrê Kurdistanê jî weha bû, PDK, YNK, Cepheya Kurdistanî wergirê şoreşa Kurdistanê bûn! PYD hîn jî dikare, di vê reyê de bibe alîkar, ne pêşgir!

Pêşeroja Kurdistanê: di avakirin û parastina nirxên demokrasiyê ve dikare bête ewle kirin, ne bi rêya yekalîbûnê! Tevgera Kurd, ji bo avakirina demokrasî, ewleyî, aştî û parastina berjewendiyên gelerî derketiye rê û tenê di vê reyê de dikare biser bikeve. Daxwaza Kurdan û cîhana demokrat jî ev e!…

Cemal Batun

Stockhom, 23 Sibat 2014

– See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/15241-PYD-ore-yekal-pirr.html#sthash.rXX0HQHN.dpuf