Serrûpel Nûçe 150 xelkê Kobanî çawa hatine girtin?

150 xelkê Kobanî çawa hatine girtin?

Belav bike

Tevî ku hemwelatiyên herêma Kobanî zanin ku deriyê sînor yê Sêmalka ji bo derketina ji Rojavayê Kurdistanê girtiye û rêyên derketina ji herêma Kobanî ji aliyê DAÎŞ ve girtî û kontrolkirî ne jî, lê ji ber pêwîstiya wan bi dîtina derfetên kar, wan hewldan ku di riya qaçaxciyan re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Rêveberiya keraca Kobanî diyar dike ku ew kesên hatine girtin di rêya simsar û qaçaxciyan re ji herêma Kobanî derketine û ew nahêle ku servîsên wê rêwiyan di rêyên ne aram re ji herêma Kobanî derxin û ew rêwiyên ku hatine girtin, bê ku haya keracê jê hebe, ji aliyê servîsên qaçax re hatine hilgirtin.

Ev bû nêzîkî 40 rojiye ku DAÎŞ elektrîk û ava vexwarinê ji ser herêma Kobanî qutkiriye û rêyên derketinê kontrol kirine, ji 2 çareyan li pêş xelkê nînin, an jiyana bê ava vexwarinê û elektrîkê û dorpêçkirî, an jî derketina di rêyên qaçax re.

Ji bilî ku girtina derdora 150 Kurd bi hev re ji aliyê DAIŞ ve, kêşe û metirsiyeke mezine ji xwedî û malbatên girtiyan re, li aliyekî din derketina hejmarên wiha mezin rojane ji herêmên Rojavayê Kurdistanê bi xwe pirsgirêk û metirsiyeke dine. Rûdaw)