Serrûpel Nûçe “Tiştê em jê ditirsiyan li Îraqê çêbû”

“Tiştê em jê ditirsiyan li Îraqê çêbû”

Belav bike


Di foruma zanîngeha Amerîkayê a li Silêmaniyê de ku, Ehmed Dawudoglo wezîrê derve yê Tirkiyeyê, Hişiyar Zêbarî wezîrê derve yê Îraqê, Elî Edîb wezîrê xandina balaya hikûmeta Îraqê û hijmareke siyasetmeda, akademîk û lêkolînevan amade bûnn Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê peyva xwe de behsa piroblemên Rojhilata Navîn kirin û got ku, xandineke hûr û taybet ji bona lêtêgihiştin, ştrovekirin û helsengandina wan pironleman pêwîste.

Serokwezîrê Kurdistanê paşî hate ser rewşa Îraqê û axaftina xwe bi du pirsan dest pê kir:
1- Gelo ev welate dê weke dewletek demokratîk û federal bimîne?
2- Gelo têkçûna rewşa emnî, aborî û siyasiya vî welatî dê di çi sewîyekê de bibe gef bo hilweşandina wê dewleta ev  11 sal in em hewila dirustkirin wê didin û qurbanî jê re dane?

Barzanî got ku, beriya sala 2003ê herêma Kurdistanê li jêr tirs û gefên man û nemanê de dijiya. Piştî jinavçşna rijêma Basê, bi hevkariya hêzên hevpeymanan û bi taybetî Amerîkayê qobaxa rizgarbûnê dest pê kir:

– Lê îro Îraq ber bi herifînê diçe. Deverek berfireh ji Îraqê, pirsgirêkên aminî, kêmiya xizmetêgizariyan û saziyên hikûmetê wisa kiriye ku, hind nemaya dewletê desthilat bi ser wê deverê de nemîne. Ev bûye milmilaneyeke kûr û wêranker di navbera pêkhat û aliyên sereke de.

– Di destpêka pirosesa Îraqê de me dîtinên xwe bi eşkereyî diyar kirine; çend caran bi gotin û bi kiryar, me gotiye em bi Îraqeke demokratîk, federal û piralî ku, tê de maf û azadiyên me yên destûrî tê de parastî bin, pabend in. Em bi destûra nû a Îraqê pabend in, ango em bi pirosesa aşitiya siyasî, civakî û rêzgirtin li hizrên xelkê vî welatî pabend in. Çênabe em wê rastiyê ji bîr bikin ku, 4/5 dengderên Îraqê, destûra nû ya welêt di referendoma sala 2005ê de pesidn kiriye, wezîfeya tev hêzên siyasiyên Îraqê û welatên cîran û alîgirên demokrasiya diniyayê ye ku, hewil bidin destûr neyê bin pê kirin, bi destûr neyê lîstin, destûr nebe dardestê tu aliyên siyasî ku, di xizmeta armancên hizbî yan take kesî de bê bikaranîn.

Nêçîrvan Barzanî got ku ew ji paşeroja Îraqê ditirs in û ew li hember têkeliyên digel hikûmeta federal a Îraqê dilgiran in:

– Em di vî welatî de hevbeş in. Di hikûmeta federal de hevbeş in, lê, mixabin, li hember çewaniya teserifa hikûmeta federal digel mafên destûriyên herêma Kurdistanê, em hest bi bêhêviyîtiyê dikin.
Di nava van deh salên azadkirina Îraqê de, sal bi sal pirsgirêkên navbera me aloztir dibin, çend caran me gefên rasetrast ji hikûmeta Bexdayê bihîstine, reftarên bi vî awayî xizmeta lihevtêgihiştinê nake û ji bona dîtina çareseriyeke minasib di çarçoveya destûra Îraqa federal de nabine bingehek. Weke gişt aliyên din, para me jî di vî welatî de heye, me jî qurbanî dane û ji bona dabînkirina amniyeta Îraqê, aşitbûna siyasî, geşkirina aborî û ji bona dabînkirina îstîqrarê li wî welatî, em berdewam qurbaniyan didin.

Serokwezîrê Kurdistanê got ku, danûstandinên navbera herêma Kurdistan û Bexdayê berdewam in û bikaranîn û sudwergirtin ji çavkaniyên xwezayî mafekî destûrî yê herêma Kurdistanê ye û di vî warî de herêma Kurdistanê paşde venagere û dest ji mafên xwe yên destûrî bernade:

– Em bi cidî dilgiran in ku, Bexda qûtê xelkê Kurdistanê dibire û weke karteke fişarê li dijî hevwelatiyên Kurdistanê bikar tîne. Em bi cidî dilgiran in ku, yek kes li Bexdayê biryara qutkirina qûtê xelkê herêma Kurdistanê dide û vê kartê weke fişarek bo ser hevwelatiyên herêma Kurdistanê bikar tîne. Ev yek jî ji aliyê xelkê Kurdistanê û hemû herêma Kurdistanê ve bi awayekî giştî û bi tu awayan nayê qebûl kirin.
Tişta em li Îraqê jê ditirsan çê bû, em ditirsyan rojekê bi zewqa yek neferî qûtê xelkê Kurdistanê ku, beşekin ji karmendên Îraqê û li gor destûr û qanûnê divê meaşê wan jî bê dabîn kirin, bê birîn û wê weke karteke fişarê li dijî herêma Kurdistanê bikar bîne.

Têkelyên herêma Kurdistanê bi dewletên cîran re

Serokwezîrê Kurdisdtanê behsa têkeliyên degel welatên cîran û parastina amniyeta hermî kir û got ku, herêma Kurdistanê gelek kar kiriye daku têkeliyên xwe digel welatên cîran li ser bingehê lihevtêgihiştin û berjewendiyên hevbeş baş bike. Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwaziyê li rêkeftina navbera grûpa 5+1 û Îranê dike û ew rêkeftin ji bo parastina aramî û îstîqrara herêmî giring e. Hikûmeta herêma Kurdistanê siyaseta vekiriya komara îslamiya Îranê ber bi rûyê civaka navdewletî ve bi siyaseteke giring dizane.
Pêşkeftina têkeliyên herêma Kurdistanê digel Tirkiyeyê di berjewendiya herêma Kurdistan, Îraq û tev aliyan de ye û, herwesa, di xizmeta aramîya deverê jî de ye.

Li dor rewşa Suriyeyê jî, serokê hikûmeta Kurdistanê got ku, nebûna biryareke siyasî bo yekalîkirina kirîza Suriyeyê sedemek serekî ye bo berfirehbûna nakokiyan û wê milmilanê, û sedemeke bo zêdebûna hêzên radîkal ku tesîreke xerap li ser deverê û tevaya cîhanê heye. Herwesa nebûna biryareke siyasî a navdewletî bo çareserkirina kirîza Suriyeyê tesîr li ser lawazî û parçebûna opozisyona Suriyeyê û milmilanên navdewletî û herêmî di wî welatî de û rewş aloztir û metirsîdar kiriye.
Ji sedemê kirîza Suriyeyê bi sedan çekdarên rêxistinên terorîst yên ser bi Alqayde û yên din hatine nav Îraqê û deverên beriya heft salan bi alîkariya hêzên amerîkayê hatibûn azad kirin niha dibin ´destê wan çekdarên grûpên terorîst de ne.

Pêkanîna hikûmeta nû a herêma Kurdistanê

– Nuha em li herêma Kurdistanê mijûlî damezrandina kabîneya nû a hikûmeta herêma Kurdistanê ne, di gel tev aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê di nava danûdtandinên berdewam dane. Em ji bo damezrandina kabîneyeke bingeh fireh ku tev aliyên serkeftî di hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de tê de beşdar bin, vê pirosesê jî wext jê re lazime, lê pêngavên me baş ber bi pêş çûne.
Em dixwaz in  çar salên bên, navxweya herêma Kurdistanê aram û biîstîqrar be. Em dixwaz in tev aliyên siyasî di pirosesa hukimdariyê û berbipêşvebirina vê herêmê de beşdariyeke timam hebe û bi hev re kar bikîn bo pêşxistina sîstema demokrasiyê li herêma Kurdistanê. Vê jî wisa kiriye ku, digel tev aliyên siyasîyên herêma Kurdistanê di nav gotûbêjên berdewam de bin daku, bi hev re bigehîn encamekî di berjewendî û li gor daxwazên gelê Kurdistanê de be.

Rola Amerîka li Rojhilata Navîn

Serokwezîr behsa rola Amerîkayê li Rojhilata Navî kir û got:
– Gelo asta berjewendî û tesîra Amerîkayê li vê herêmê çiye û çende, herwesa em pêşbîniya çi curê serokatiyê û piştgiriyê ji Amerîka dikîn?
Îdareya berê ya Amerîkayê dîtinek taybet bo dubare dariştina Rojhilata Navîn hebû, lê xwandina sisyaseta îdareya nû a Amerîkayê diyar bû ku, dîtinek cuda heye. Dibe ku, hebûna teknolojiya nû a warê neft û gazê, wisa li Amerîkayê bike ku, kêmtir pişta xwe bi çavkaniyên enerjiya Rojhilata Navîn ve girê bide, û dibe di encam de bibe sedenê vakişîna Amerîkayê ji Rojhilata Navîn.
Ji ber vê yekê em dipirs in: Gelo di çend salên bên de, siyaseta Amerîkayê û Ewropayê beramber bi Rojhilata Navîn, ber bi çi aqarek diçe?