ÎSTANBÛL
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê ya 8ê adarê de beşdarî bernameya bi navê “Hevdîtina Jin û Demokrasiyê” ya ku li Salona Werzişê ya Sînan Erdem hat lidarxistin bû.
Erdogan li vir axivî û wiha got:
“Îro jî wek 67 sal berê yên ku sindoqê direvînin û dixwazin dest bidin serê hene û dixwazin sindoqê ji holê rakin. Îro jî wek berî hêviya xwe ji sindoqê birîne û berê dane derve. Ez bawer im dê dîsa jin li dijî vê bisekin. Vî welatî êdî manşet, patronên holdîngan îdare nakin û êdî yên ku li çiftlika xwe ya Pensilvanyayê rûdinin û fitne û ficûrê belav dikin jî îdare nakin. Heke li dijî ewlehiya neteweyî ya welatê min êrîş hebe ez ê li dijî vê şer bidim. Ez ê li ber êrîşên ku yekîtiya welatê min xirab dike, bisekinim. Ne kasêt, montaj û fitne û ficûr, dê tu tiştek yekîtiya vî welatî xirab neke. Em ê rê nedin van tiştan.” (AA)