TRT Şeş a di 25’ê Kanûna 2008’an de dest bi weşana testê kir, ku yekemîn kanala fermî ya Kurdî li qada dewletê bû, di 1’ê Çileya 2009’an de dest bi weşana xwe ya asayî kir. Di bernameya destpêkê ya TRT Şeş de peyamên Serokkomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bi dûblaja bi Kurdî û jêrnivîsa Tirkî cih girtibû.
Piştî avabûna TRT Şeşê, ji bo bingeha kanalê ji saziyên medyayê yên nêzî Cemaeta Fethûllah Gulen personel hatin transferkirin. Temamiya personelên hatin wergirtin, di bin sîwana Muduriyeta Nûçeyan a TRT Şeşê de dest bi kar kirin.
Piştî operasyona 17’ê Kanûnê, peymana 70 personelên bi nêzbûna xwe ya li Cemaetê re ji aliyê AKP’ê ve hatin sûcdarkirin, nehat nûkirin û dawî li wezîfeya wan hat anîn.
Her wiha cihê 8 mudurên ku guman tê kirin nêzî Cemaetê ne, hat guhertin û li karekî siviktir hatin wezîfedarkirin.
Piştî ku 70 personel û 8 mudur ji wezîfeyê hatin girtin.
Li TRT Şeş a ku hînê weşana wê dewam dike, bultenên nûçeyan nîne. ANF