Serrûpel Nûçe “Sîstema me ya saxlemiyê faşil e”

“Sîstema me ya saxlemiyê faşil e”

Belav bike

Di mersima îmzakirina girêbestê de Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di destpêka peyva xwe de behsa kar û xebatên Behram Xidie rêvebirê kompaniya Awamedica kir û got ku, Behram yek ji wan kadiroyane ku, bi rastî ji bo  gelê Kurdistanê cîyê şanaziyê ye. Ew demek dûr û dirêj li Swêdê bû û wî dermanê çareserkirina nexweşiya Ava Reş afirandiye û ew li ser astê Kurdistan, Îraq û cîhanê navdar e. Ew vegeriya Kurdistanê û xwesr kalîteya dermanan li Kudistanê bigihîne astek bilind ku, her kes jê piştrast be û çi zarokên hejaran yan zarokên zangînan bin wekhev bikaribin dermanên baş bidest bixin û jibikaranîna wan dermanan dilrehet bin:

– Çîroka derman û kalîteya xerap ya dermanan çend sale û çende serdeme berdewame û heye, lê ez dixwaz im destxweşiyê li kar û xebatên wezareta tendirustiyê û wezîrê tendirustiyê Dr. Rêkewt bikim ku, bi rastî, ji dema pêkanîna kabêneya heftem a hikûmeta herêma Kurdistanê karên baş kirine, lê belê, ji bona em bigihin wê asta em hemû daxwaz dikin,  me rêyeke dûr û dirêj li pêşe. Di vî warî de miltê me hêjayî xizmetên zêdetire.

Serokwezîr îşaret bi pirsa saxlemiyê û pirsa dermanan kir û got ku, ew her du pirs ji pirsên giring yên hemû welatan e û çênabe herêma Kudistanê digel Swêd yan welatên din yên Rojava bê miqayîse kirin û sîstema saxlemiyê yek ji pirsgirêkên mezin yên herêma Kurdistanê ye.

– Divê em, berî her tiştî, îtîrafê bikin ku, me pirsgirêkek heye, sîstema saxlemiyê ne bi tenê li Kurdistanê, lê bi dîtina min, li hemû Îraqê sîstemek faşil e û  sernekeftina wê sîstemê ji wê yekê dest pê dike ku, hikûmetê xwe kiriye berpisiyara  dabînkirina hemû pêdawîstiyan û nikare weke pêwîst li gor standardên navdewletî wê xizmetgozariyê pêşkeşî hevwelaiyên Îraqê bi awayekî giştî bike.

Barzanî di axaftina xwe de got ku, avakirina avahiyan û nexweşxaneyan karekî gelek başe û cîyê şanaziyê ye ku sal bo salê nexweşxaneyên nû tên avakirin:

– Lê belê avakirina avahiyên ciwan û nexweşxaneyên baş û ciwan pirsgirêka Kurdistanê nîne, piroblema me ewe  ku, divê sîstema saxlemiyê li welatê me bê çareser kirin, eger ew pirsgirêk neyê çareser kirin, tiştên din jî dê dûvda  bên, eger sîstem wek xwe bimîne û neyê çareser kirin, bê şik, sed nexweşxane jî bên avakirn tu sud jê re nabe.

– Ez hêvîdar im wezareta tendirustiyê a herêma Kurdistanê  bi hevkarî digel wezareta tendirustiyê a Bexdayê bi hev re kar bikin û li ser pirsa dermanan, li ser pirsa kalîteya dermanan û li ser pirsa sîstema saxlemiyê li welêt hertim hevahengî di navbera wan de hebe. Divê bi awayekî timam hevahengî di navbera wezareta tendirustiyê a Hewlêr û Bexdayê de hebe daku, bi hev re xizmeta tev hevwelatiyên Îraqê bikin.
Serokê hikûmeta Kurdistanê got ku, îmzakirina girêbesta navbera kompaniya Awamedica  û Sanofî a Fransayê destpêkek gelek giringe:

– Ez hêvîdar im ev destpêkek be ji bo destpêkirina têkeliyên domdirêj navbera Awamedica û Sanofî a fransayî de û di encam de her du kompanî bikaribin dermanan ji bo Kurdistan û ji bo tev Îraqê dabîn bikin.

Serokwezîr hêvî kir ku, sîstemek modern a saxlemiyê li herêma Kurdistanê bi cî bibe û êdî pêwîst neke ji bo çareseriya nexweşiyan hevwelatiyên Kurdistanê ber bi welatên cîran ve biçin lê divê hevwelatiyên welatên cîran ji bo çareseriyê bêne herêma Kurdistan. Kadiro û xelkê herêma Kurdistanê yê baş li deveyê welêt heye, bi salaln li derve jiyan e û tecrûbeyek baş heye. Li herêma Kurdistanê jî  gênc û kadiroyên gelek baş û xemxor dixwazin kar bikin û divê rê jê re bê xweşkirin:
– Divê wezareta navxwe û asayîş alîkariya wezareta saxlemiyê bikin û rê nedin welatê me bibe cîyek û hindek kes dermanên expair  daxilî Kurdistanê bikin û bi ser miletê me de sax bikin ve. Ev gunahek egelek mezine û divê ew bazirganên vî karî dikin bi wîjdan digel vê pirsê tevbigerin.  Mixabin, em hindek caran dibînin ku, bi bêwîjdanî miamile digel vê pirsê dikin ku, pirsek însanî û pirsek neteweyî ye û pêwîste yên ku, karê demanan dikin û bazirganiya dermanan dikin gelek biwîjdanî digel vê mijarê tevbigerin.