Serkêşiya wê grûpê endamê serokatiya el Wehde, Kamîran Hecî Evdo dike.
Kamîran Hecî Ebdo daxwaz dike ku kongreyeke awarte were çêkirin û rewşa sekreter were gotûbêjkirin.
Baskê ku Kamîran Kecî Ebdo serkêşiya wê dike, sekreterê partiya xwe Şêx Alî tewanbar dike ku ew partiya ji xeta wê ya siyasî derdixe û ziyanê digihêne wê û li dijî berjewendiyên gelê Kurd tevdigere.
Li gora daxuyaniyeke desteya serokatiya El Wehde, sekreterê partiyê wezîfeyên xwe yên rêkxistinî û partiyê îhmal dike û bêyî ku tu behaneyan nîşan bide, di civînên desteya serokatiyê de amade nabe”.
Desteya serkirdatiya PYDKSê herwiha got “Sekreterê partiyê erk û karên xwe yên rêkxistinî û partîtiyê piştguh dike û bêy ti hincetekê di civînên desteya serkirdatiyê de amade nabe”. – See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/120320144#sthash.PrUIvcxy.dpuf
Çavdêrên siyasî dibêjin ev îşareta perçebûnê ye.
AVESTA KURD