Di vê serdana xwe de ku wê roja yekşemê pêk were, Nêçîrvan Barzanî wê hevdîtinên fermî ligel rayedarên Tirkiyê pêk bîne.
Serokwezîr Barzanî, hevdîtinekê ligel serokwezîr Tirkiyê Receb Teyib Erdogan û wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pêk bîne.
Piştî wan hevdîtinan wê civîneke çapemeniyê jî were lidarxistin.
Di nava şanda di bin serokatiya Nîçîrvan Barzanî de, wê parzgarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê cih bigirin.