Serrûpel Nûçe HRW: YPG zarokan çekdar dike

HRW: YPG zarokan çekdar dike

Belav bike

Rawêjkarê taybet yê Rêxistinê Frêd Ebrahams, ku yek ji endamên vê şandê bû, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, hokara serdana rêxistina xwe ji bo vê navçeyê zelal kir û got: “Ev derfetek bû da ku em bûyeran li ser zemînê bibînin û herwiha wan ligel wan berpirsên baskên siyasî û leşkerî, ango yên PYDê û YPGê ku damezrandina desthilateke otonom re mijûl in bicivin.

Şanda HRW ku tenê serdana kantona Cizîrê kir, behsa aliyên pozetîv û negativ yên seredana xwe kirin.

Li gor Ebrahams, “aliyê pozetîv ewe ku rewşa asayişî li bakurê rojhilat gellekî baştir e ji beşên din ên Sûriyê.”

Frêd Ebrahams derbarê aliyê negatîv de jî got ku ji aliyê rewşa mafên mirovan ve wan têbînî li ser çend kêşeyan kirine: “Yek ji kêşeyên PYDê gavavêtina ji grûpên leşkerî û serpêçî bo çarçoveyeke hukimdariyê ye ku nûneriya hemû welatiyan bike.

Ev jî wateya wê rêzgirtin e ji bîr û nêrîna cuda re û rêdana çalakiya siyasî û medyayî ye.” Ebraham dibêje ku “hêj azadî ji bo kar û çalakiya siyasî nîne.”

Derbarê hebûna girtiyên siyasî di bin desthilata PYDê de, Ebrahams got: “Li navçeya Cizîrê ti raporta me li ser hebûna girtiyên siyasî nine, ku ev jî tiştekî baş e, lê hinek nîşan hene ku dibe zindaniyên siyasî li Efrînê hebin.”

Lê, nûnerê Partiya Demokrata kurd el-Partî li herêma Kurdistanê, Seîd Omer ji Rûdawê re got ku girtiyên siyasî li deverên Cezîrê hene û weke nimûne navê Amîr Hamid ji dirbêsiyê, Cemîl Omer ji Qamişlo û Behzad Dorsin ji Dêrikê diyar kirin û tekez kir ku li Efrînê jî hevalên partiya wan û partiya azadî girtî ne.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got ku tevî ti hevalên partiya wan girtî tune ner, lê girtiyên siyasî li deverên jêr kontrola Rêveberiyên PYDê hene.

Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Azadî ya Kurd, Mustefa Cuma ji Rûdawê re tekez kir ku 6 endamên partiya wan û 3ê endamên el-Partî hîn li herêma Efrînê di zîndanên asayişa ser bi PYDê de ne.

Rawêjkarê Human Rights Watch behsa kêşeyeke din jî kir, ew jî hebûna zarokên di bin temenê 18 saliyê de di nav hêzên YPGê de: “Tevî ku bi biryara Qendîlê ev qedexe bû, lê hêj zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di nav vê hêzê de hene.” Rûdaw

Dawiya meha borî şandeke rêxistina çavdêriya mafên mirovan (Human Rights Watch) serdana kantona Cizîrê kir, ku niha di bin desthilata PYDê de ye.

Rawêjkarê taybet yê Rêxistinê Frêd Ebrahams, ku yek ji endamên vê şandê bû, di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê, hokara serdana rêxistina xwe ji bo vê navçeyê zelal kir û got: “Ev derfetek bû da ku em bûyeran li ser zemînê bibînin û herwiha wan ligel wan berpirsên baskên siyasî û leşkerî, ango yên PYDê û YPGê ku damezrandina desthilateke otonom re mijûl in bicivin.

Şanda HRW ku tenê serdana kantona Cizîrê kir, behsa aliyên pozetîv û negativ yên seredana xwe kirin.

Li gor Ebrahams, “aliyê pozetîv ewe ku rewşa asayişî li bakurê rojhilat gellekî baştir e ji beşên din ên Sûriyê.”

Frêd Ebrahams derbarê aliyê negatîv de jî got ku ji aliyê rewşa mafên mirovan ve wan têbînî li ser çend kêşeyan kirine: “Yek ji kêşeyên PYDê gavavêtina ji grûpên leşkerî û serpêçî bo çarçoveyeke hukimdariyê ye ku nûneriya hemû welatiyan bike.

Ev jî wateya wê rêzgirtin e ji bîr û nêrîna cuda re û rêdana çalakiya siyasî û medyayî ye.” Ebraham dibêje ku “hêj azadî ji bo kar û çalakiya siyasî nîne.”

Derbarê hebûna girtiyên siyasî di bin desthilata PYDê de, Ebrahams got: “Li navçeya Cizîrê ti raporta me li ser hebûna girtiyên siyasî nine, ku ev jî tiştekî baş e, lê hinek nîşan hene ku dibe zindaniyên siyasî li Efrînê hebin.”

Lê, nûnerê Partiya Demokrata kurd el-Partî li herêma Kurdistanê, Seîd Omer ji Rûdawê re got ku girtiyên siyasî li deverên Cezîrê hene û weke nimûne navê Amîr Hamid ji dirbêsiyê, Cemîl Omer ji Qamişlo û Behzad Dorsin ji Dêrikê diyar kirin û tekez kir ku li Efrînê jî hevalên partiya wan û partiya azadî girtî ne.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd, Ibrahîm Biro ji Rûdawê re got ku tevî ti hevalên partiya wan girtî tune ner, lê girtiyên siyasî li deverên jêr kontrola Rêveberiyên PYDê hene.

Ji aliyê xwe ve, sekreterê Partiya Azadî ya Kurd, Mustefa Cuma ji Rûdawê re tekez kir ku 6 endamên partiya wan û 3ê endamên el-Partî hîn li herêma Efrînê di zîndanên asayişa ser bi PYDê de ne.

Rawêjkarê Human Rights Watch behsa kêşeyeke din jî kir, ew jî hebûna zarokên di bin temenê 18 saliyê de di nav hêzên YPGê de: “Tevî ku bi biryara Qendîlê ev qedexe bû, lê hêj zarokên ku temenê wan di bin 18 saliyê de ne, di nav vê hêzê de hene.”

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/140320143#sthash.SiTVvVNJ.dpuf