Li Wanê, îro (15.03) wê Barzanî û wezîrê derve yê Tirkiyê Davutoglu ligev bicivin.
Di civînan de wê waliyên bakurê Kurdistanê û herêma Kurdistanê hevdîtinan pêk bînin.
Hervdîtina her du aliyan wê bêhtir li ser meseleyên gumrugê û bazirganiyê be.
Di hevdîtinan de wê parêzgarên Tirkiyê û parêzgarên Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê jî cih bigirin.
Nêçîrvan Barzanî û Davutoglu wê seet 13.00 bi dema Tirkiyê beşdarî programeke zindî ya TRT bibin.
AVESTA KURD