Serrûpel Nûçe Gelo Emerîka dê êrîşî Sûriyê bike?

Gelo Emerîka dê êrîşî Sûriyê bike?

Belav bike

 Malpera DEBKAfile ya Îsraîl ku bi nêzîkbûna xwe ya ji Îtsîxarata Îsraîl re tê naskirin, li gor jêderên xwe îdîakir ku Serokê Emerîka Barack Obama ferman daye hêzên asîmanî û deryayî yên Emerîka ku xwe ji bo êrîşa li dijî Sûriyê amade bikin. Li gor jêderê, destpêkê dê êrîşeke hewayî çêbe, paşê dê herêmên asîmanî yên Sûriyê bêne qedexekirin ji balefiran re. Her weha jêderê destnîşankir ku dê armancên girîng yên vê êrîşê; navendên serokatiya leşkerî û xerabkirina xetên ragihandinê yên rejîmê bin.

 

Avestakurd