Serrûpel Nûçe Dest ji karê siyasî bernedaye lê…

Dest ji karê siyasî bernedaye lê…

Belav bike

 

Xeyredîn Murad ku niha endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso ye, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. Murad ku îro, 18.03.2014, beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê li ser Rûdaw TV bû, ragihand ku wî dest ji karê siyasî bernedaye lê tenê wî dest ji karê hizbî û rêxistinî berdaye.

 

Xeyredîn Murad, rexne li serkirdatiya Yekîtiya Siyasî girt û got: “Ez hatim Hewlêrê da ez beşdarî kongreyê Yekîtiya Siyasî bibim, lê mixabin min dît ku serkirdeyên Yekîtiya Siyasî û komîteya rêveber a ku amadekariyan ji bo lidarxistna kongrê dike, ti kar nekirine.”

 

Herwiha Murad berdewam kir ku “Heta niha hê Yekîtiya Siyasî bernameya xwe ya siyasî û rêxistinî amade nekirine, pêwîstbû piştî sal û nîvekê ji ragihandina vê yekîtiyê bingehek baş û bihêz hatiba danîn, lê mixabin wiha nebû.”

 

Murda berdewam kir û got: “Heta niha ti stratîjiya siyasî û mekanîzmek kar û xebatê ji vê yekîtiyê re nehatiye danîn û ev nû du rojin ku li ser wan her du bernameyan kar tê kirin.”

 

Wî siyasetmedarê Rojava her wiha amaje kir ku ev demeke ku serkirdatiya Yekîtiya Siyasî karê xwe li Hewlêrê dike lê heta niha wan tiştek bidest nexistine û diyare ku “Destpêşxerî di dest wan de nîne di vê derbarê de.”

 

Xeyredîn Murda, destnîşan kir ku pêwîste kurd hemû lihev bicivin, û pêwîste Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) bi hev re hevkar bin û bi yek nêrîn û yek helwêst bin.

 

Herwiha derbarê lihevnekirina EGRKê û ENKSê de Murad got: “Helbet hin sedem hene, niha her yek ji EGRKê û ENKSê bûye hevalbenda aliyekî, EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê.”

 

Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û biryar bû ku di 3ê Adarê de kongreya xwe ya yekîtiyê lidar xistiba da bibn yek partî, lê li gorî daxuyaniya Yekîtiya Siyasî “Ji ber ku rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê nedan endamên kongreya wan derbasî Başûrê Kudistanê bibin” kongreya xwe paş xistin.

 

Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare heta 5ê meha Nîsanê Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixe. (Rûdaw)

Sekreterê berê yê Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê Xeyredîn Murad ragihand ku heta niha Yekîtiya Siyasî ti stratîjiyeke siyasî û mekanîzmeke kar ji xwe re amade nekiriye. Li ser lihevnekirina her du encûmenên Rojava jî Murad wiha got: EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê.

 

Xeyredîn Murad ku niha endamê Polîtbîroya Partiya Azadî ya baskê Mistefa Oso ye, îro bi derxistina daxuyaniyekê dest ji karê hizbî berda. Murad ku îro, 18.03.2014, beşdarî bultena Rojavayê Kurdistanê li ser Rûdaw TV bû, ragihand ku wî dest ji karê siyasî bernedaye lê tenê wî dest ji karê hizbî û rêxistinî berdaye.

 

Xeyredîn Murad, rexne li serkirdatiya Yekîtiya Siyasî girt û got: “Ez hatim Hewlêrê da ez beşdarî kongreyê Yekîtiya Siyasî bibim, lê mixabin min dît ku serkirdeyên Yekîtiya Siyasî û komîteya rêveber a ku amadekariyan ji bo lidarxistna kongrê dike, ti kar nekirine.”

 

Herwiha Murad berdewam kir ku “Heta niha hê Yekîtiya Siyasî bernameya xwe ya siyasî û rêxistinî amade nekirine, pêwîstbû piştî sal û nîvekê ji ragihandina vê yekîtiyê bingehek baş û bihêz hatiba danîn, lê mixabin wiha nebû.”

 

Murda berdewam kir û got: “Heta niha ti stratîjiya siyasî û mekanîzmek kar û xebatê ji vê yekîtiyê re nehatiye danîn û ev nû du rojin ku li ser wan her du bernameyan kar tê kirin.”

 

Wî siyasetmedarê Rojava her wiha amaje kir ku ev demeke ku serkirdatiya Yekîtiya Siyasî karê xwe li Hewlêrê dike lê heta niha wan tiştek bidest nexistine û diyare ku “Destpêşxerî di dest wan de nîne di vê derbarê de.”

 

Xeyredîn Murda, destnîşan kir ku pêwîste kurd hemû lihev bicivin, û pêwîste Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) bi hev re hevkar bin û bi yek nêrîn û yek helwêst bin.

 

Herwiha derbarê lihevnekirina EGRKê û ENKSê de Murad got: “Helbet hin sedem hene, niha her yek ji EGRKê û ENKSê bûye hevalbenda aliyekî, EGRKê ketiye bereya Iraq, Îran û Sûriyê, herwiha ENKSê piştî ku tevlî Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê bû, kete bereya Tirkiye, Qeter û Erebistana Siûdiyê.”

 

Yekîtiya Siyasî di 15ê kanûna 2012an de navbera 4 partiyên Rojvayê Kurdistanê hatiy ragihandin û biryar bû ku di 3ê Adarê de kongreya xwe ya yekîtiyê lidar xistiba da bibn yek partî, lê li gorî daxuyaniya Yekîtiya Siyasî “Ji ber ku rêveberiya deriyê sînorî yê Sêmalka li aliyê Rojavayê Kurdistanê ve rê nedan endamên kongreya wan derbasî Başûrê Kudistanê bibin” kongreya xwe paş xistin.

 

Li gorî zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, biryare heta 5ê meha Nîsanê Yekîtiya Siyasî kongreya xwe lidar bixe.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1803201412#sthash.ZQvsONhP.dpuf