Serrûpel Nûçe “Destana Zembîlfroş” hat pêşkêşkirin

“Destana Zembîlfroş” hat pêşkêşkirin

Belav bike

Koma Pêşandanê ya Hunerê ya Zanîngeha Mûş Alparslanê (ZMA) lîstika “Destana Zembîlfroş” pêşkêş kir, temaşevanan lîstik pir eciband.

Derhêneriya lîstika “Destana Zembîlfroş” a Koma Pêşandanê ya Hunerê li Hêwana Konferansa Prof. Sabahattîn Zaîm a ZMAê pêşkêş kir, Gulay Şeker Ozsoy e.

“Destana Zembîlfroş” him tirkî him jî kurdî bi du zimanan hat pêşkêşkirin. Temaşevanên hunerhez ên mûşî aleqeyeke mezin nîşanî ”Destana Zembîlfroş” dan.

Serokê Komeleya Akademiyê ya Mûşê û Hîndekarê ZMAê Nacî Ozsoy helbestvaniya ”Destana Zembîlfroş” kir û got ku koma lîstikvanan ji xwendekarên wan ên zanîngehê yên ku bi eslê xwe tirk û kurd in pêk tê.

Ozsoy da zanîn ku ”Destana Zembîlfroş” bi kêşa hêceyê hatiye nivîsîn, ji 99 qita û 28 beşan pêk tê û helbest bi destê Remzî Şener bo kurdî hatine wergerandin. AA