Li gor ajansa Rojavayê Kurdistanê ya nûçeyan Mîdyanewsê, Çalakê kurd Rohilat Îbiş ku daniştiyê Efrînê ye, got, “Şeva çû bi derengiya şevê li gundê Qestelê bûyereke trajedî û dilêş rû daye, 5 zarok ligel dayîka wan di malekê de hatine serjêkirin.
Îbiş diyar kir ku li gor zanyariyên berdest jineke din jî di heman bûyerê de bi giranî birîndar e, û niha ew li nexweşxaneyê ye.
Çalakê kurd got ku zanyariyên bêtir û kitekitên bûyerê hîn berdest û diyar nebûne.
Hêjayî gotinê ye, gundê Qestelê ku bi ser şaregundê (nahiye) Bilbilê ya herêma Efrînê de ye û nêzîkî bajarokê Ezazê ye, piraniya daniştiyên gund ji kurdên êzîdî ne. hr (AKnews)