Hemê got banga YPGê dereng hatiye û ji encama deraka teng a ku Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê dê de derbas dibe hatiye.
Hemê diyar kir ku wan weke Encûmena Niştimanî ya Kurd her dem ji Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê û rêxistinên ser ve tekez dikir ku ew bi tena xwe nikarin Rojavayê kurdistanê biparêzin.
Serkirdeyê Partiya Yekîtî got ew di wê baweriyê de ye ku destê rejîmê li pişt van şeran de heye ji ber ku ew dixwaze hemû alî lawaz bibin.
Derbarê Kobaniyê de, Hemê diyar kir ku zehmetî di rewşa hêzên YPGê de heye ji ber ku herêm ji hemû aliyan ve girtiye.
Îsmaîl Hemê got çarseriya rasteqîn ew bû ku Desteya Bilind kurd bihatiba çalakkirin da ku tevahiya tevgera kurd bi yek helwest li pêş metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê rawestiya ba, lê bi gotina Hemê, Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê her dem ev yek asteng dikir. Rûdaw