Serrûpel Nûçe Besê Hozat: Wê berxwedan berferehtir bibe

Besê Hozat: Wê berxwedan berferehtir bibe

Belav bike


Endama Desteya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku  Abdullah Ocalan di peyama xwe ya li Newroza Amedê de bal kişand ser krîtîk û girîngiya pêvajoya dîrokî û bang li her kesî kir ku berpirsyariyên xwe bicih bîne. Hozat da xuyakirin ku peyam di heman demê de balê dikşîne ser xeteriyên mezin ên dema pêvajo veneguhere muzakereyan û yek ji nuqteyên herî zêde balê dikşîne jî destnîşankirina têkoşîna aktîf e.

Hozat da zanîn ku ji ber siyaseta tasfiyekar a AKP’ê û rewşa pasîf a hêzên demokrasiyê pêvajo di nava salekê de veneguheriye muzakereyê û destnîşan kir ku di peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rexneyên di cih de hene.

EGER BI AKP’Ê RE LIHEVKIRINEK HEBÛYA WÊ MUZAKERE DESTPÊ BIKIRA

Hozat der barê hin nîqaş û gotinên ku dibêjin ji gotinên Ocalan tê fêmkirin ku bi AKP’ê re li hev kiriye wiha peyivî: “Ez matmayî dimînin ku çawa encameke bi vî rengî ji peyama Rêbertiyê tê derxstin. AKP eger bihata ser rêya çareseriyê hingî lihevkirin dibû. Ji xwe çareserî tê wateya lihevkirina di hevpariyan de. Ji ber vê yekê şaşnîşandana lihevkirinê ne rast e. Ev yek karê hêzên xwedî niyeta nebaş in, karê kesên ji şer xwe xwedî dikin e.”

Hozat da xuyakirin ku di navbera AKP û Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê de ti lihevkirin, ti peyman nîne û destnîşan kir ku eger lihevkirin bi AKP’ê re hebûya ji xwe wê muzakere destpê bikira. 

Hozat ragihand ku pirsgirêka mezin a pêşneketina pêvajoya muzakereyê helwesta AKP’ê ya nehatina çareseriyê ye û got, “Eger AKP dest ji plana xwe ya tinekirina tevgerê berdabûya, dê pirsgirêka Kurd biketa rêya çareseriyê. AKP’ê ev nekir, nehat çareseriyê, ji bo neçareser neke li ber xwe da. Di ser re hewl da heyeta bi Rêbertiya me re hevdîtinê dike jî bikar bîne, îstîsmar bike. Her ku AKP bû dewlet ewçend jî ji ser hişê xwe çû. Got qey tevahiya cîhan li derdora wê dizîvire. Erdogan xwe xist şûna Yavûz Sûltan Selîm û Kanûnî Sûltan Suleyman. Daxwaza fetihkirina Rojhilata Navîn ket dilê wî. Ji vê paceyê li pirsgirêka Kurd temaşe kir. Têkoşîna PKK’ê ya çil salan a bi berdêlên mezin ji nedîtî ve hat.”

ZÎHNIYETÊ ERDOGAN JI TÊGIHIŞTINA DEMOKRASIYÊ DÛR E

Hozat da xuyakirin ku Erdogan hewl da destketiyên têkoşînê bike malê xwe û xwe weke hawariyê demokrasiyê nîşan bide û anî ziman, lê ya rast haya wî ji ‘D’ ya demokrasiyê tinebû û qet haya wî jê çê nebû. 

Hozat diyar kir ku zîhniyeta AKP’ê, zîhniyet Erdogan ji têgihiştina demokrasiyê dûr e û got, “Rabûna polîtîkaya înkarê ya klasîk, ku encama têkoşîn û berxwedana bi heybet a çil salan bû, Erdogan hewl da vê yekê bike malê xwe û partiya xwe. Wekî din, pêvajoya diyalogê ku yek ji encamên vê têkoşînê bû Erdogan û AKP’ê hewl da nîşanî her kesî bide ku ev yek feraseta wî ya demokrasiyê ye. Erdogan û partiya wî gotinên aştî û demokrasiyê talan kir, bikar anî. Ev gotin weke navgînek ji bo veşartina şerê xwe yê qirêj bikar anî. AKP’ê pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk a Rêbertiya me da destpêkirin îstîsmar kir, nêzîkatiya xwe ya li agirbestê jî bi vî rengî bû. Agirbest îstîsmar kir. Gavek bi tenê jî neavêt û pêvajo bi yekalî hişt.

ALIYÊ TÊKÇÛYÎ YÊ PÊVAJOYÊ AKP YE DAWIYA XWE ANÎ

Me wek tevger her tim ji bo çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ji her nêzîkatî û polîtîkayê re xwe vekirî hişt. Di vî alî de dema ku me hewldaneke biçûk dît, hema me ji bo ku polîtîka bigihêje serkeftinê me her cureyê piştgiriyê da. Pêvajoya ku bi Newroza amedê ya 2013’an dest pê kir re û beriya pêvajoya agirbstê divê wisa bê fêmkirin. Lê mixabin AKP’ê bi helwestên xwe yên otorîter û despotîk de israr kir û vê helwest û nêzîkatiyê ew berbi tunebûnê ve bir.  Rewşa niha ya ku AKP ketiyê teqz ji ber helwesta wê ye. Ger ku AKP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêngav bavêta, bihata muzakreyê û zemîna makeqanûnî amade bikira, rewşa wê dê teqez wisa nebûya. Yekane polîtîkaya ku dê AKP’ê bi hêz bike eve ku demokratîkbûn û ji pirsgirêkan re çareserî dîditine.  AKP siyaseta demokratîk tercîh nekir. Di polîtîkaya olîgarşîk, despotîk û yekane israr kir û ew têk çû. Di vî alî de mirov dikarin bi rehetî vê bêjin.  Di vê pêvajoya 10 salî de ya ku têk çûye û bi ser neketiye bêguman AKP ye. AKP bi siyaseta înkar û îmhayê ya ku meşand dawiya xwe anî. Wekê ku serokatiya me jî îfade kiriye du aliyan di vê pêvajoyê de qezenc kir. yek Tevgera Azadiyê, Gelê kurd û bi giştî civakan, ya din jî heyeta dewletê ya ku diyalog meşandiye.  Qezenca gelê kurd û civaka tirk di vê nokteyê de derket holê. Bandora serokatiya me û têkoşîna li hemû herêmê belav bû.  mafdariya Têkoşîna azadiya kurd û rola sereke ya Serokatiyê ya di çareseriya pisgirêka kurd de pir baştir hat fêmkirin.  Nêzîkatiya şaş ya ku delwetên mêtînger li dijî serokatiya me û tevgera me, bi rêjeyeke mezin guherî. Tevgera me û serokatiya me rewa bû. di vê pêvajoyê de di civaka Tirkiyeyê de jî hişmendiya demokrasiyê pêş ket.  Pir baş hat dîtin û hat fêmkirin ku çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê.  Ji sedî 80-85’ê civakê piştgirî dan pêvajoyê. Bi rastî jî ev encam gelek girînge û serkeftinê îşaret dike. serokatiya me di gotina xwe de got; du aliyan qezenc kir lê AKP’ê wenda kir. em niha vê baştir fêm dikin.

GER KU ÇARÇOVEYA QANÛNÎ TUNEBE DÊ ÇI BIBE?

Hozat di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku serokatî di peyama xwe de hişyariya dawî li dewlet û AKP’ê dike û wiha berdewam kir: “Rêbertî dibêje ku ger ku derbasî muzakereyê nebin dê xwe bide alî.  Ji xwe diyalogekeke ku neguhere muzakereyan di asta ku niha hatinê de zêde wateya wê û nirxa wê namîne. Bê guman ev rewşeke nû ye. Di vê rewşê de bê guman kurd dê çareseriya xwe beyî dewletê biafirîne û çareseriya xwe pêk bîne. Ev jî di her qadê de tê wateya têkoşîn û berxwedaneke berfireh. Ev têkoşîn wek berê jî nabe. Bi wî awayî bûyîn jî êdî zehmete. Terz, taktîk û rêbazeke cuda divê bikeve dewrê.

DEKLERASYONA KCK’Ê BI BANGA OCALAN RE DIŞIBE HEV

Di peyama serokatiya me de banga esas ji xwe ji bo hêzên demokrasiyê ye. Ger ku hêzên demokrasiyê di sala dawî de peywira xwe bi awayekî baş bianiya cih dê niha ji zûde biketiba pêvajoya muzakereyê.  Di demên borî de eniya demokrasiyê pir belav û parçekirî bû.  serokatiya me jî di namzeya xwe de dibêje ku feraseta siyaseta klasîk û terza wê zêde ji holê nehat rakkirin.  Hêzên demokrasiyê ji bo çareseriya mayîna ya li Tirkiyeyê  û ji bo hewcedariyên civaka Tirkiyeyê zêde nebû bersiv.  Yanî siyaset neafirandin. Ev rewş ji bo me jî derbas dibe. Em jî di siyasetê de zêde ne afrîner bûn.  Me jî siyaseta paradîgmaya netew demokatîkbûnê ya ku serokatiya me pêş xist zêde nemeşand. Di pêvajoyên borî de em jî tê de hêzên demokratîk, sekna xwe ya bi hêz dernexistin holê. Êdî di vê nokteyê de divê teqez ev rewş ji holê bê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hedefek hevpar danîn holê.  Deklerasyona KCK’ê ya ku di vî alîde daniye holê bi banga serokatiyê re dişibe hev.  Serokatiya me ji berê de  jî niha jî her tim ji bo têkoşîna hevpar ya bindestan bang dikir. Esasa peyama wî ya dawî jî dîsa vê bangê dihundirîne.

Kaosa Tirkiyeyê wek alternatîf tenê hêzên demokrasiyê datîne holê. Di siyasetê de valahiyeke mezin heye.  tu partiyeke klasîk  ji pirsgirêkên civakê re çareseriyê hilnaberîne. Hemû jî rizandineke cidî dijîn. Ev rewş derfekte mezin dide eniya demokratîk. Ger ku hêzên demokrasiyê vê baş binirxînin dê bikaribin xweseriya demokratîk ya rêveberiyên gel ava bikin. Bi vî awayî li Tirkiyeyê dê gel xwe bi xwe rêve bibin.  Deklerasyona di vî alî de me weşandiye girînge. Ji bo ev deklerasyon bikeve jiyanê çi bikeve ser milê me emê bikin.” ANF