Serrûpel Nûçe Îro li Hewlêrê partiyeke nû tê avakirin

Îro li Hewlêrê partiyeke nû tê avakirin

Belav bike

Ew her 4 partiyên Yekîtiya Siyasî û 2 partiyên ku berê ji El Partî cuda bûbûn, dibêjin ew li ser Rêbaza Barzaniyê nemir bûne yek.

Her çar partî ev in:

Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El Partî)
Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê (Mustafa Cuma)
Partiya Azadiya Kurd li Sûriyê (Mustafa Osê)
Partiya Yekîtî ya Kurdistanî

Di kongreyê de ku wê bêhtirî 600 delegeyan beşdar bibin, piraniya wan ji rojava hatine, wê komîteyeke navendî û sekreterê partiya nû were hilbijartin.

Heta niha kesek eşkere nake, ka şansê kê ji bo sekreteriyê zêde ye, lê li gor agahiyên ketine destê Avesta, dibe ku yek ji El PArtî were hilbijartin, para wê di vê partiya nû de, ji %55.

Heta niha 33 rêxistin û partiyên Kurdên rojava hene.

Ev bêhtirî salekê bû ku projeya Yekîtiya Siyasî hebû, lê heta îro nikaribûn li hev bikin û bi hev re gavekê bavêjin

Navê partiya ku were avakirin:

Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye.

Navbera partiyên ku bibin yek û PYD nebaş e, û ji ber ku Asayîşa PYD rê neda ku delegeyên vê partiyên di sînor re derbasî başûrê Kurdistanê bibin, ew bi qaçaxî derbas bûn.

Partiya nû wê ji bo rojavayê Kurdistanê federasyonê bixwaze, weke modela başûrê Kurdistanê.

Partiya nû, nêzîkî Partiya Demokrata Kurdistanê PDK û serokatiya wê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye.

AVESTA KURD