Serrûpel Nûçe Rojnamevanê Rûdawê Biradost Azîzî hat azadkirin

Rojnamevanê Rûdawê Biradost Azîzî hat azadkirin

Belav bike


Rojnamevan Biradost Azîzî ku ev nêzîkî sal û nîvê ye bi tometa “teşhîrkirina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)” doz li dijî wî hatibû vekirin, roja yekşemê 6/4/2014 çû pêşberê dadgeheke Silêmaniyê.

Ew doza ku li dijî Azîzî hatibû vekirin at guhertin û li ser doza ku “di sala 2004an de bi qaçaxî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û bê îqame ye” bi biryara dadwer di zindana girtin û veguhestinê ya Silêmaniyê de hat binçavkirin.

Rojnamevan Biradost Azîzî 8 rojan di wê zindanê de ma û ji ber ku ev 2 salin li Hewlêrê dijî, dosyeya wî bo Hewlêrê hat veguhestin û duh duşemê ew anîn Hewlêrê.

Biradost Azîzî di sala 2004an de û piştî ku ji beşa ragiandinê ya zanîngeha Şamê hat dûrixstin, hat Başûrê Kurdistanê û nêzîkî 4 salan li zanîngeha Silêmaniyê xwend. Rûdaw