Serrûpel Nûçe Yaşar Kaya piştî 20 salan vegeriya (FOTO)

Yaşar Kaya piştî 20 salan vegeriya (FOTO)

Belav bike

Di dema daketina xwe de ji balafirê, Yaşar Kaya giriya, giriyê hesreta welat bû.

Ji bilî malbata Yaşar Kaya, kesayetiyên weke Îsmaîl Beşikçî li balafirxaneyê pêşwaziya wî kirin.

Ji ber nexweşiya xwe, Kaya di kursiya nexweşan de bû.

Piştî standina îdayeya wî li Enqerê, serbest hate berdan.

Yaşar Kaya kî ye?

Yaşar Kaya di sala 1938‘î de ji dayîkbûye. Yek ji siyasetmedar, nivîskar û rojnamevanê Kurdan e.

Piştî qedandina dibistana amadeyî li Stenbolê dest bi perwerdeya aborîzaniyê li zankoya Stenbolê dike. Di sala 1959‘î de wekî 49 kes ji ber Kurdbûyîn û xwedîderketina mafên rewa yên Kurdan tên darizandin. Ev darizandin di dîroka Kurdistanê de bi navê “Doza 49’an” tê binavkirin. Ev doz 10 salî didome û di vê pêvajoyê de Yaşar Kaya rastî gelek zilm û zordariya sazûmaniya Tirk tê. Di sala 1968‘î de sirgûnê bajarê Konya dikin. Kaya herçendî karsaz û aborîzanek bû/e jî jiyana wî bi tevayî di xizmeta Kurd û Kurdistanê de diborî/e.

Kaya yek ji endamên damezrêner ên Weqfa Kurd, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û PKDW´ê bû. Xwedî û berpirsiyariya yekemîn rojnameya rojane ya Kurd Özgür Gündem´ê bû. Yekemîn serokê partiya legal a Kurd DEP´ê bû. Kaya herçendî du caran ji dilê xwe emeliyat bûbe jî, hêj jî li sirgûnê karên xwe yî rojnamegerî, nivîskarî û polîtîk didomîne.