Serrûpel Nûçe Hevdîtina PDK-Î û KCK

Hevdîtina PDK-Î û KCK

Belav bike

Di destpêkê de Mistefa Hicrî derheq berdewamiya pêvajoya aştiya navbera KCK û deewleta Turkiyê û pêngavên Turkiyê bo azadiya girtiyên siyasî yên KCK û herwisa pîrozbahiya encmên hilbijartina şarewaniyan ku ji rêya BDP ve li Kurdistna Turkiyê bi dest anîbûn, keyfxweşiya xwe ragihand û herwisan nigeraniya PDKÎ ji pêwendî tevî ji bîr kirina mafên Kurd di vê pirosê de û ewa ku heya niha dewleta Turkiyê tu pirogirameke eşkere ya siyasî bo çareseriya doza Kurd di wî welatî de pêşkeş nekiriye, da eyanê.

Hicrî di vê hevdîtinê de dirêjedan bi wê pirosê bi kareke baş û bi bandor zanî ku pêşî ji hatne holê a şer di Turkiyê de digre.

Sekreterê Giştî yê PDKÎ di vê hevdîtinê de li ser parastina destkevtên gelê Kurd bi giştî û li tev parên Kurdistanê de serbarê hebûna kêmasiyan, pêdegirî kir.

Hicrî yekgirtin û vekheviya hêz û aliyên cuda cuda yên Kurdistanê li ser bingeha berjewendiya neteweyî weke sitrasijîka hevper a tev aliyan ji bo pêşî girtin ji wan nigeranî û tirsên ku dujmin û neyarên gel ji bo gelê me çê dikin, bi hevce zanî. Bi xasmanî li Kurdistna Sûriyê serbarî nakokiyên li vê para Kurdistanê û wegeryan bo lihevhatina Hewlêrê di navbera aliyê Kurdistana Sûriyê bo çareseriya arîşeyan ji bo li destnedana wê deverê ku îro li wê para Kurdistanê hatye gorê, bi hewcehiyek îroyîn da xuyandin.

Derheq bi pêwendiyên navbera KCK û PDKÎ, Hicrî bi eşkereyî rexne (gazince) û nêrînên PDKÎ anî ber bas û daxwazkarê domandina pêwendiyên dostane yên du aliyan bi hurmet girtina hewdu û Çareserkirina her asteng û arîşeyekê bi rêya gotubêj û danustandin.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistna îranê di parek din a axavtinên xwe de ragihand ku Komara Îslamî serbarê hevrîşî bûn bi wan arîşe û kirîzên siyasî, civakî û abûrî, lê bi avayek berfireh tepesekirina berfireh a xelkê û bidarvekirina girtiyên siyasî ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve didome û her di wê pêwendiyê de nigeraniya xwe ji pîlanên rejîmê li hundir bi dijî xelkê Kurd û herwusa ew meyêtekirina komara Îslamî derbirî ku di parên din yên Kurdistanê de jî birêve dibe.

Piştre Cemîl Bayak hevserokê Koma Civaka Kurdistanê, serbarê derbirîna keyfxweşiya xwe ji vê serdana PDKÎ, li ser hestyariya guherînên Rojhelata Navîn û cehda Îran û Turkiyê bo teşeneya xwe ji vê deverê, hevcehiya hişyariya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo wan pîlanane anî ber basê ku ji aliyê dewletên Îranê û Turkiyê ve dijî Kurd birêve diçin û ronahî xiste ser piştgiriya rejîma Îranê ji Beşar Esed û dewleta Turkiyê ji girupên Îslamî.

Bayak hevcehiya çêkirina sitratîjiya hevpar û hevdeng a Kurdistanê bi erkekî îroyîn yê Kurd da zanîn, heya ku bersivderê wan tevgeran bin ku li rojeva herêm de ne. Bi çêkirina wê sitratîjiyê jî aliyên pêwendîdar yên herîmî û navdewletî we jî, hisabek taybet li ser giranî û pêgeha Kurd di deverê de dike.

Di pişka din a axavtinê de li ser berdewamiya pêvajoya aştiya tevî Turkiyê pêdegirî kir û rexne ji dewleta Turkiyê girt ku heya niha pêngavek micid bo bi rojev kirina bingehek zagonî bo gotubêjan nehavêt ye.

Di dawiyê de Cemîl Byak li ser berdewamiya pêwendiyên navbera Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê û Koma Civaka Kurdistanê û rolgêrana PDKÎ bo çareseriya kêşên navbera aliyên siyasî û çêkirina derfetln alîkarî û yegirtina siyasî pêdegirî kir û daxwazkarê wê yekê bû ku hevdîtina navbera PDKÎ û KCK berdewam bin.