Tan got: Hêviya min ew bû ku (Kongireya Civaka Demokratîk KCD) bibe saziya hemû pêkhateyên Kurdistanê, lê belê mixabin bûye bi kopiyekî biçûk yê Koma Civakên Kurdistanê KCK û Partiya Aştî û Demokrasî BDP û nekariye xwe ji siyaseta çepgir rizgar bike.
Altan Tan ku weku kesayetiyekî îslamî eve çendîn sale li nava rêzên BDP karê siyasî dike ragihand: Her partiyek li Rojhilata navîn eger pêwendiya xwe yên baş li gel îslamê û mislimanan nebê û daxwazên wan cî bi cî neke nikare serbikeve.
Ew parlemanterê HDP dibêje: Her çiqas konferansê bi awayekî dirust destpê nekir jî lê belê weku destpêk gavekî başe, lê divyabû ev konferans berfereh bûya û projeyekî xwe ya zelaltir hebûya.
Konferansa îslama Demokratîk, îro şeme li Amedê destpê kir û biryare jî sibe jî berdewam bike, ev konferans li ser daxwaziya rêberê zîndankirî yê PKK Abdulah Ocalan û bi serpereştiya KCD hate saz kirin. Xendan