Îro, 15.05.2014, sekreterê polîtbîroya PDK-S, Mihemed Îsmaîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “hêzeke ser bi asayişa PYDê ve hevalê wan Beşar Emîn li bajarê Hesekê girt û ew bo Başûrê Kurdistanê nefî kirin.”
Di bultena Rojavayê Kurdistanê de li ser ekranên Rûdaw TV, Beşar Emîn bû mêvan û behsa awayê binçavkirin û nefîkirina xwe kir.
Emîn di destpêkê de got: “Derdora demjimêr 11ê êvarî bi dema Qamişlo, 6 çekdarên rû nixumandî li deriyê me dan, lê min ji zarokên xwe re got kes derî veneke belkî herin, lê wan çekdaran derî şikandin û bi darê zorê ez ji malê dexistim û ne hiştin ez ne cilê xwe biguherim û ne jî nansameya xwe bînim û ez bi cilê xewê binçav kirim.”
Herwiha Emîn çîroka binçavkirina xwe berdewam kir û got: “Dema ku ez derbasî otombîlê kirim, destê min kelemçe kirin û çavên min girêdan, derdora saet û nîvekê otombîl meşiya û piştre otomobîl rawesta û ez derbasî otombîleke din kirim. Kesên ku ez binaçv kirim bi Erebî di axivîn.”
Wî endamê polîtburoya PDK-Sê axevtinên xwe berdewam kirin û wiha diyar kir: “Piştî ez radestî otombîla duyem kirim, kesek hat û bi Kurdî axivî, ji min re got ku ew ji Tevgera Ciwanên Şoreşê ne, ku ser bi PYD ye, û got ku ew di xwazin bi rêya min nameyekê bişînin devera ku min bişînê de.”
Herwiha aşkere kir ku wî xwest bersiva wî kesî bide û pêre gotûbêj bike “Lê wî kesî ji min re got me ti neaniye da em bi te re gotûbêj bikin, tenê em dixwazin tu nameya me bighîne.”
Beşar Emîn li ser sedema encamdana vî karê han li dijî xwe got: “Wî kesê ku bi Kurmancî ligel min axivî got ku we (PDK-S) xwe firotiye, hûn xayîn in, here cem hevalên xwe û ez anîm li ser sînorê Başûrê Kurdistanê û ji nû destê min ji kelemçe derxistin û çavên min vekirin, lê ew hê rû nixumandî bûn.”
Emîn got jî ku dema ku çavên wî vekirin nas kir ku ew li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye û wan kesên ku ew revandin jê re gotin: “Here cem hevalên xwe, ku ti vegere Rojava emê te bigirin.” (Rûdaw)