Dîlana Kurd ku hem bi xweşikbûn û hem bi şiyana xwe karî cihê xwe di dilê bîneran de çêbike, di heman demê de keça nivîskar û siyasetmedarê Kurd Orhan Kotan e. Dîlan Gwyn di axaftina xwe ya bo çapemeniyê de got ew keça Orhan Kotan ku yek şaîr, nivîskar û siyasetmedarê girîng ê Bakurê Kurdistanê ye.
Dîlana ku hê di temenekî biçûk de bavê xwe ji dest da, wiha axifî: ‘’Diya min li Swêdê dijî. Du xwîşkên min ên ji min mezintir hene. Di nav malbata me de tekane kesa ku bi karê sînemayê rabûye ez im.’‘ Dîlan da zanîn ku ji ber performansa xwe ya di rêzefîlmê de ji gelek aliyên cuda reaksyonên erênî wergirtine û vêna jî ew bextewer û zêdetir motîve kiriye. (bas)