Serrûpel Nûçe Mesûd Barzanî fermana avakirina hikûmetê da

Mesûd Barzanî fermana avakirina hikûmetê da

Belav bike

Îro (20.05.2014) Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistamê Fûad Husên di daxuyaniyekê de ku li ser malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin got: “Îro, sêşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li gor benda 12 ya madeya yekem a yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê, her du birêz Nêçîrvan İdrîs Mistefa Barzanî wek serokwezîr û Qubad Celal Talebanî wek cîgirê wî, bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê rasipartin.”

Li gor yasayên Herêma Kurdistanê divê di hundirê 30 rojî de hikûmet bê ragihandin. Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de Nêçîrvan Barzanî wek serokwezîr û Qubad Talebanî wek cîgirê serokwezîr destnîşan kirin bo pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê. 

Herwiha Fûad Hisên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê fermana pêkanîna hikûmetê îmze kiriye û got: “Li gor wê fermanê divê Nêçêrvan Idrîs Mistefa Barzanî û Qubad Celal Talebanî di hundirê 30 rojî de kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin.” (BAS)

Nêçîrvan Barzanî:

– Sala 1966’ê ji dayîk bûye.

– Li Îranê xwendina amadeyî qedandiye.

– Kurê İdrîs Barzanî û neviyê Mela Mistefa Barzanî ye.

– Di sala 1989’ê de bû endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK).

– Sala 1996’ê bû cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê.

– Sala 1999’ê bû serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Kabîneya Çarem).

– Sala 2006’ê bû serokwezîrê Herêma Kurdistanê, piştre serokatiya kabîneya heftem kir.

– Ligel Nebîle Barzanî ya keça Mesûd Barzanî zewiciye û 4 zarokên wan hene.