TEV-DEMê di daxuyaniyekê de ku îro, 22.05.2014 belav kiriye û tê de dibêje ku di navbera sekreterê Polîtburoya PDKê, Fazîl Mîranî û endamê Polîtburoya PDKê Azad Berwarî û hikûmeta Sûriyê de li Şamê hevdîtin çêbûne.
TEV-DEM dibêje, hevdîtina bi dizî ku di navbera PDK û rêjîma Sûriyê de li Şamê çêbûye, bûye sedema wê yekê ku li Hesekê û cihên din rêjîma Sûriyê êrîşan bibe ser hêzên YPGê.
Hewriha TEV-DEM diyar dike ku hinek aliyên Kurdistanî hene hewl didin çeperê li tevgera wan teng bikin. Daxuyanî her wiha diyar dike ku PDK û rêjîma Sûriyê li hev kirine ku êrîş bikin ser hêzên YPG li Hesekê û wan hevdîtinan weke lîstikekê dibîne.
Di bara vê nûçeya TEV-DEM de sekreterê rojnamevanî yê Fazil Mîranî, Xelîl Berwarî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ti bingeh ji wê nûçeyê re tine ye, ji ber ku ew bi temamî derew e û ew neçûne Şamê û ligel rêjîmê rûneniştine.