Serrûpel Nûçe PDK-S dixwaze heddekî ji PYD re deyne

PDK-S dixwaze heddekî ji PYD re deyne

Belav bike

Beşar Emîn ku roja 14ê gulanê ji Rojavayê Kurdistanê ji aliyê grûpeke çekdarî ku bi gotina wî “ser bi PYD ve bû” hat girtin û pişt re bo Başûrê Kurdistanê hat derkirin, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “ewê li hundirê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanan li dijî girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji aliyê PYDê ve li dar bixin”.

Beşar Emîn ku niha li Hewlêrê dimîne, got “Emê xwepêşandan li hundirê Rojavayê Kurdistanê bikin û eger PYDê rê nede me û rê li me bigire, wê demê emê nikaribin xortên xwe kontrol bikin, ji ber xortên me jî hene ku li ber xwe didin”.

Endamê polîtbîroya PDK-Sê herwiha hişyarî da û got “Tirsa me ewe ku hinek, nakokiyên navbera me îstixlal bikin û hinek karan bikin û li ser me bê hesabkirin û PYDê jî vê yekê tefehum neke”.

Derbarê egera berdewambûna girtin û derkirina serkirdeyên PDK-Sê de, Beşar Emîn got “Heta niha partiya me bi berpirsyarî mamele dike, lê eger hat û zexta li ser sekirdeyên me zêdetir bibe, wê demê eger partiya me bi fermî tevlî vê meseleyê jî nebe wê merivên van serkirdeyan tevbigerin û ewê jî serkirdeyên wan bigirin û wan bi çûlê bixin. Eger bibe kuştin, ewê jî wan bikujin”.

Beşar Emîn ku bi xwe xelkê bajarê Hesekê ye, hişyariyeke tund da PYDê û wiha axivî: “Eger ew serkirdeyekî me bikujin, merivên wî serkirdeyî wê neçin xortekî wan ê normal nekujin, lê belê ewê jî serkirdeyekî wan bikujin”.

Li ser encamên rewşeke wiha jî, endamê polîtbîroya PDK-Sê anî ziman ku “bi vê yekê emê her du alî hevdu tesfiye bikin û xelkin hene wê sûd û fêdê bikin û emê miletê xwe biêşînin”.

Beşar Emîn hêvî dike ku “PYDê li xwe vegere” û dibêje “Em ne qelsin, partiya me ne qelse, eger bigihe ya talî emê li ber xwe bidin. Em wan tehîdî nakin, em wan şîret dikin. Em dixwazin mesele bi biratî çareser bikin”.

Endamê polîtbîroya PDK-Sê tevî ku baweriya wî bi karê siyasî yê hevbeş ligel PYDê nemaye, lê ew dibêje “em nikarin projeyek siyasî bi hev re bikin, lê em dikarin hevdu nekujin”. Rûdaw