Ocalan got: PKK dixwaze rewşa aram a Kurdistana Bakur, Başur û Rojava têk bide û diyar kir ku niha hevserokê KCK Cemîl Bayik serkêşiya wê yekê dike û PYD jî ketiye bin wê siyasetê,
Ocalan her wiha got, Cemîl Bayikû PYD dixwazin Kurdistana Bakur, Başur û rojava bikevin nava şerr û ew şer jî ne di berjewendîya Kurdan de ye.
Birayê serokê PKK, Osman Ocalan ku çend salan berî niha ji PKK cuda bû û niha li got ku ew dibêje weke kesekî serbixwe siyasetê dike, ji malpera PDK re got, ev çend salin Kurd di nava aramiyê de dijîn û şer di nava wan de derneketiye, lê belê Qendîl û PYD dixwazin di navbera Kurdan de şerekî derxînin.
Li gor Ocalan, PDK û serokê Mesûd Barzanî rê li pêşiya wî şerî digirin.
Ocalan her wiha da xuyakirin ku Cemîl Bayik ne kesekî neteweyî û bi dostane nêzîkî tevgera netewî ya gelê Kurd nabe.
Osman Ocalan bal kişande ser wê yekê ku grupa Cemîl Bayik heye, di nava PKK de çeteyên Cemîl Bayik hene û dema ku Kurdan behsa yekîtîya netewî dikirin, wê demê Cemîl Bayik mijûlî dirustkirina hêzekê bû ji bo têkdana wê yekîtiya netewî.
Ocalan eşkera kir, ku niha PÇDK li başur û PYD jî li rojava ser bi PKK ve kar dikin û berî niha me digot bila grupên han serbixwe bin, belê grupên çeteyên Cemîl Bayik digotin nexêr gerek ser bi PKK ve kar bikin û niha jî ev her du partiyên han, tu ferqa wan û PKK û çeteyan tune ye. AVESTA KURD