Radio û televizyona Swêdî û gelek rojnamevanan, her weha mêvanên ji dezgehên fermî yên Swêdî jî di merasimê de beşdar bûn.
Di merasimê de Pîrê mezinê Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hawazî kêfxweşiya xwe ji mêvana re anî ziman û got ; Kurdistan nêzî 400 salî navbêna Bizans û misilmanede mabû. Dîsa jî kurdan adet û kultura xwe paraztine. Lê mixabin ola Zerdeştî di wê navberê de mabû. Andaz H. got ku , gelek kurd Zerdeşt û zerdeştî dizanin û ew zanîn jî, bi devkî gihaştiye heta dema me û wenda nebûye. Andaz H berdewam kir û got: Piştî 1300 sal qedexebûn, vekirina cara yekem Perestgeha Zerdeştî bi fermî li Stockholmê me dilşad dike.
Nûnerê World Zoroastrian Organization beşdarî merasimê bû û bi axaftinekê vebûna perestgehê pîroz kir. Serokê komela Zerdeştiyan li Stockholm Guatam Bhattachayya ku bi xwe ji hindistanê ye, beşdarî merasimê bû û weha got; ”Ev rojek û bûyerek dîrokiye! Ola Zerdeştî di demek mezin de li Hindistan, rojhilata navîn û welatên ber derya spî gelek belav bû û serdest bû. Lê mixabin bi zordarî Zerdeştî her çû kêm bû, û zêdeyî 1400 salîye jî di bin zordariyê deye. Guatam .B. got ku, li gel Zerdeştiyên Îranî û Hindî vekirina Perestgeha Zerdestiyên Kurdistanê bû wek lingê sêyem ji Zerdeştiyan re .”
Pîrê mezinê Zerdeştiyên Kurdistanê Andaz Hawazî ragehand ku PERESTGEHA Zerdeştiyên Kurdistanê bi tu Partî an jî dezgehên siyasî ve ne girêdayi ye. Tu eleqa partiyên siyasî dûr an jî nêzîk bi vê Perestgehê ve tuneye. Perestgeha Zerdeştiyên Kurdistanê serbixwe ye û ji bo Zerdeştiyên hemû Cîhanê vekiriye.
Roza Kurd 2012-06-12